ENKS:”Bila hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin”

ENKS Tirkiye û hemû hêzên biyanî ên li Sûriyê şermezar kir û daxwaz ji hemû hêzên biyanî kir ku ji axa Sûriyê derkevin.

 

Encûmeniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) derbarê destêwerdanên biyanî ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyaniyek belav kir û Tirkiye û hemû hêzên biyanî ên li Sûriyê şermezar kir û daxwaz ji hemû hêzên biyanî kir ku ji axa Sûriyê derkevin.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê derbarê vê mjiarê Emîndariya Giştî ya ENKSê, bi daxuyaniyekê ve diyar kir ku Tirkiyê bi hinceta piştevaniya Artêşa Azad û şerê DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê destêwerdanan dike.

ENKSê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku di zûtirîn dem de biryara xwe ya 2254. cîbicî bike û alîkariya gelê Sûriyê bike ku da gelê Sûriyê bikaribe berevaniya axa xwe bike. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê