Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen diyar kir ku li Efrînê û derdora wê li hemberî Kurdan binpêkirin hatine kirin.
Li gorî gotina Hesen, hinek endamên berê yên komên çekdar heqaret li Alaya Kurdistanê jî kiriye.
Li gorî hinek vîdeoyên ku hatine belavkirin, li herêma Efrînê êrişî ciwanên Kurd hatiye kirin.
Di dîmenan de xuya dibe ku heqaret li ciwanan hatiye kirin û li wan dixin.
"Heqaret li Kurdên Efrînê hat kirin"
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hesen got,"Doh ji ber kombûna xelkê ya ji bo Cejna Newrozê hinek pirsgirêkên biçûk derketin.
Lê belê îro gelek binpêkirin li hemberî Kurdên Efrînê hatin kirin. Li hinekan dan û şkence li wan hat kirin."
"Alaya Kurdistanê dixin bin pêyan"
Serokê ENKSyê derbarê cihên binpêkarin an wiha got:
"Li navenda bajarê Efrînê û li ser rêya Heleb-Efrînê rê li ber welatiyan tê girtin.
Alaya Kurdistanê dixin bin pêyan û xelkê neçar dikin ku di ser alayê re derbas bibin."
Ehmed Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku kesên van binpêkirinan dikin eşkere ne.
Li gorî Hesen, ev kes berê di nava komên çekdar ên li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê de bûn.