ENKS li dijî biryarên Rêveberiya Xweser dest bi mangirtinan dike

.

ENKS li dijî revandina endamên ENKSê û ferzkirina bacan li ser gelê herêmê, dest bi mangirtinan li hember Rêveberiya Xweser bike. 

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) biryar da li dijî revandina endamên ENKSê û ferzkirina bacan li ser gelê herêmê, dest bi mangirtinan li hember Rêveberiya Xweser bike.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza ji K24ê re ragihand, Desteya Serokatiya ENKSê îro li Qamişlo civiya û rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê xiste ber behs û guftûgoyan.

Zaza diyar kir, ENKS biryar da li hember bilindkirina nirxên kerestiyan, ferzkirina bacana li ser gelê Kurd û pêkhateyên deverê û azadkirina hemû revandiyên li cem desthilatên Rêveberiya Xweser, dest bi mangirtinan li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Ev biryara ENKSê di demekê de ye, li gor Polîtburoya PDK-Sê hîna endamên wê partiyê, Mihemed Salih Şelal Ehmed, Mihemed Deham Eyo, Berzan Husên, Fermez Ebdulkerîm û Ebdilxefar Mihemed li cem hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve girtî ne.

Ji aliyekî din ve jî, Emîndariya Giştî ya ENKSê duhî daxuyaniyek derbarê bilindkirina nirxê sotemeniyê û keresteyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve belav kir.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Tiştên ku niha ji aliyê desthilatdariya PYDê ve tên kirin û xistina hemû biryaran di destê xwe de û astengkirina debara welatiyan bêyî çavdêrî an berpirsiyarî, bi wê armancê ye ku careke din gelê me koçber bibe.”

Herwiha ENKSê daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, biryara keresteyan û ferzkirina bacên giran li ser welatiyan hilweşîne û got: “ENKS di nîşandana nerazîbûnan bi amrazên aştiyane de, her dem li aliyê gelê xwe ye.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn