ENKS ji Şamê dixwaze helwesteka zelal li ser gotarên kînê werbigire

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) daxwaz ji rêveberiya veguhêz a Şamê kir ku, helwesteka zelal li ser gotarên kînê werbigire, tekez jî kir ku ev kiryar zêdetir Sûriyeyê ber bi parvebûnê ve dibin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi dilgiranî gotarên teşwîqkirinê yên wan ahengên ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera banga wan kiribû dişopînin û got: “Ev kombûn û platformên wan ji bo belavkirina kînê û armanckirina miletê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatin bikaranîn".

ENKSê diyar jî kir ku "Bilindbûna zimanê gef û teşwîqkrinê di wan kombûnan de metirsyeka yekser li ser pêkvejiyan û aştiya civakî dirust dike, û ev kiryar jî zêdetir berê Sûriyeyê didin parvebûnê".

Encûmena Niştîmanî ya Kurd tekez jî kir ku, cezakirina dengên ku piştgiriya kînê dikin û aştiya civakî têk didin girîng e, herwesa bang li rêveberya veguhêz a Şamê jî kir ku helwesteka zelal li ser van gotaran werbigire û wan red bike.

ENKS diyar jî kir ku, "Rêya aramiyê bi danpêdanê bi Sûriyeya pirnetewe û ol û pêkhate dest pê dike û divê destûra wê mafên hemiyan, di nav de miletê Kurd di çarçoveya yekbûna Sûriyeyê de, gerentî bike".

ENKSê herwesa got: "Pejirandina banga Şanda Kurdî ya Hevpar ji aliyê rêveberiya Şamê ve ji bo diyalogê li ser paşeroja Sûriyeyê û mafê miletê Kurd rê li ber tevaya bangên fitnê digire".

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku, ew pabendî karê ji bo Sûriyeya nenavendî, demokratî û piralî ye.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin