Berpirsê Meclisa Xwecihî ya Kobaniyê ya ENKSyê Ednan Bozan hişyariya "karesata mirovî" da û ragihand ku dorpêça li ser bajêr berdewam dike.
Berpirsê Kobaniyê yê Meclisa Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ednan Bozan, beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û rewşa krîtîk a bajêr ji Dildar Herkî re nirxand.
Bozan diyar kir, 30ê Kanûna Paşîn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de rêkeftin hatiye îmzekirin lê dorpêça ku nêzîkî 20 rojan e didome nehatiye rakirin.
"Tenê şer rawestiyaye"
Ednan Bozan da zanîn ku 5 roj di ser rêkeftinê re derbas bûne lê li qadê guherîneke berbiçav çênebûye û got:
"Piştî rêkeftinê tenê şer û bombebaran rawestiya lê dorpêça li ser Kobaniyê berdewam dike.
Li bajêr sotemenî, elektrîk, av û înternet qut in. Destê xelkê nagihe tiştên jiyanî."
Bozan diyar kir ku di dema şer de ji bilî gundên derdorê, ji navçeyên wekî Reqa û Tebqayê jî bi hezaran kes koçî Kobaniyê kiriye û nifûsa bajêr gelekî zêde bûye û got:
“Ji ber qelebalixiya zêde koçber li mizgeft, dibistan û qadên vekirî dimînin. Hejmara koçberên li bajêr, nifûsa xelkê niştecih derbas kiriye."
Banga vekirina korîdorekê
Wî da zanîn ku dorpêç wekî meseleyeke siyasî tê domandin û diyar kir ku ji bo çareseriyê divê bilez korîdorek bê vekirin û li pey çû:
"Me gelek caran bang kir, divê korîdoreke mirovî bê vekirin.
Ev korîdor ne tenê ji bo gihiştina alîkariyan, ji bo ku xelk bi rêya bazirganiyê pêdiviyên xwe dabe bikin jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Bozan destnîşan kir ku alîkariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ku bi rêya Helebê hatine bajêr gelekî kêm in û têrî xelkê nakin.
Talankirina malan
Bozan destnîşan ku piştî rawestîna şer hinek welatî vegeriyane gundên xwe lê dîtine ku malên wan bi temamî hatine talankirin û got:
"Dema xelk vegeriya, tiştek di malên xwe de nedît. Di dan û standinan de divê mijara vê talanê û tezmînatê teqez were rojevê."