Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di beyannameyekê de daxwaz kir ku, ji bo diyarkirina awayê desthilatdariya paşerojê ya dewleta Sûriyeyê û ji bo çareseriyeke dadperwerane û tevgir ji bo pirsa Kurdan diyalogeke cidî bi Hikûmeta Sûriyeyê re bê kirin.
ENKSê di wê beyannameyê de daxwaza "Alîkarî û hevkariyê di navbera hemî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de" kir. Herwesa got, “Divê ev xebata hevpar bi awayekî be ku, pêkanîna xwestekên her kesî di dewleteke demokratîk a piralî de garantî bike, ku hemî pêkhateyên Sûriyeyê vegire.”
Di wê beyannameyê de herwesa daxwaz hatiye kiriy ku, baldarî bikeve ser qonaxa avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê, ku pêdivîtî bi tevlîbûna çalak û tevgir a hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê heye. Herwesa ENKSê amaje daye rola gelê Kurd di pêşxistina jiyana siyasî li Sûriyeyê de, tevî wê paşguhxistin û haşatîkirina ji mafên wê yên neteweyî tê kirin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Bro duhî (Şemî, 13ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Tu aliyekî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza cudabûn û serxwebûnê nekiriye, di eynî demê de niha rewşeke cuda û erênî ji bo Kurdan li Sûriyeyê çê bûye. Hikûmeta Sûriyeyê ya niha derfet daye Kurdan ku, bi rêya destûr û diyalogê mafên xwe bi dest bixin.”
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja 10ê Adara 2025ê peymanek îmze kir, da ku dezgehên sivîl û yên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê bi Hikûmeta Sûriyeyê ya nû re bikin yek.