Enflasyon: Li gorî TUIKê ji sedî 55 e, lê li gorî ENAGê jî ji sedî 126 e

.

Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku Akademîsyen û ekonomîstan ava kirine û Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha Sibatê aşkere kirine.

Li gorî daneyên ENAGê rêjeya enflasyonê ya mehane ji sedî 7,21 e û ya salane jî ji sedî 126,91 e.

Li gor daneyên TUÎKê di meha Sibatê de enflasyon li gor salekê ji sedî 55,18 e.

Rêjeya zêdebûna mehane ji sedî 3,15 e.

TUIKê aşkere kiribû ku enflasyon di meha Kanûna Paşiyê de ji sedî 6,65 û ya salê jî ji sedî 57,68 zêde bûye.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand