Endeksa rêje ya petrola Îranê ji 2.5 milyon bermîl daketîye..

Tê gotin ku rêjeya hinartina petrola Îranê ji 2.5 milyon bermîl di rojekê de daketiye 300 hezar bermîlan! Îran jî dibêje, derew e!

Tê gotin ku rêjeya hinartina petrola Îranê ji 2.5 milyon bermîl di rojekê de daketiye 300 hezar bermîlan! Îran jî dibêje, derew e!


Ajansa Reutersê ragihandiye, piştî şidandina dorpêçan niha Îranê herî zêde dikare rojane 300 hezar bermîl petrola xwe bifroşe derve.


Wezîrê Petrola Îranê Bîjen Zengene jî gotiye, raporta Reutersê xelet û derew e, ji ber ku Îran zêdetir ji wê rêjeyê difroşe. Zengene her wiha gotiye, ew nikare hejmara bermîlan bide ji ber ku “bi ziyana Îranê ye!”


Beriya ku Amerîka dorpêçên aborî bi ser Îranê de bisepîne, Îranê rojane 2.5 milyon bermîl petrol difrot.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê