Endamê şandeya YNKyê: Em bi PDKyê re nêzîkî rêkeftinê ne

.

Endamekî şandeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da xuyakirin ku lihevkirin û pêşketineke baş di navbera wan û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de heye û ew nêzîkî rêkeftinê ne.

YNK û PDKyê 21ê vê mehê civîna çaremîn a komîteyên teknîkî pêk anîn.

Armanca van civînan amadekirina reşnivîseke taybet a pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Endamê şandeya YNKyê ji Rûdawê re ragihand, "Em li ser piraniya xalên têkildarî awayê birêvebirinê li hev kirine lê hinek cudahiyên me jî mane."

Li gorî wî endamê şandeya YNKyê, "Heta niha behsa dabeşkirina postan nehatiye kirin."

Li ser civîna wan a bipêş de, endamê şandeya YNKyê got:

"Biryar e di rojên pêş de şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo pirsa mûçeyan û piştî vegerê, komîteya teknîkî ya PDK û YNKê dê kom bibe."

Civîna paşerojê de dê bibe pêncem civîna di navbera komîteya teknîkî ya PDK û YNKyê de.

Wî endamê şandeya YNKyê got, "Pêşketineke gelekî baş heye û em nêzîkî lihevkirinê ne; dibe ku tenê civîneke din a me pêwîst bike.”

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKyê Hoşyar Zêbarî beriy 20ê vê mehê li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Zêbarî ji aliyê siyasî û teknîkî ve di navbera PDK û YNKyê û piraniya aliyên din de pêşketineke gelekî baş heye.

Piştîwan Sadiq Serokê Komîteya Teknîkî ya PDKyê ye û Dilşad Şehab û Omîd Sebah jî endamên wê ne.

Li aliyê din Rêwaz Fayeq Seroka Komîteya Teknîkî ya YNKyê Şalaw Şêx Selah û Amanc Rehîm jî endamên wê ne.

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye