Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadehê ku xwe wekî Kurd û Sûriyeyî bi nav dike ragihand ku hemû kêmîneyên Rojhilata Navîn ji bo welatê wî girîng in.
Hamadeh her wiha got ku Kurdên Îraq û Sûriyeyê hevpeymanên wan in û ew dev ji wan bernadin.
Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hemadeh di podcastekê de tekezî li ser girîngiya hevpeymaniyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kir û ragihand ku Kurdên li Îraq û Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên sereke yên Washingtonê bûne û nabe bi ti awayî dev ji wan were berdan.
Hemade amaje pê kir ku siyaseta "Amerîka beriya her tiştî" nayê wateya "Amerîka bi tenê" û Washington pêwîstiya wê bi hevpeymanên xwe heye.
Guherînên li Sûriyeyê û girîngiya stratejîk a ji bo Amerîkayê
Hemade axaftina xwe bi behskirina dîroka 50 salî ya desthilatdariya malbata Esedan a li Sûriyeyê dest pê kir û got:
"Di dema Hafiz Esed û paşê kurê wî Beşar de, wan 50 salan hukmê Sûriyeyê kir û di wê heyamê de gelekî nêzîkî Sovyet, Rûs û Îraniyan bûn û çend caran bi Îsraîlê re ketin nav şer.
Piştî rûxandina Esed, hejmarek eşîr û komên serhildêr derketin."
8ê Kanûna Pêşîn a sala borî, komên opozisyona wê demê ya Sûriyeyê Hikûmeta Sûriyeyê rûxand û Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û piraniya malbata wî çûn Rûsyayê.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Hemadeh behsa derketina "serokekî nû yê Sûriyeyê" kir ku "bi saya dilovaniya Serok Trump, sizayên li ser wî hatin rakirin û ji lîsteya rêxistinên terorê jî hat derxistin, di demekê de ku berê wekî yek ji piştevanên terorîzmê dihat diyarkirin."
Piştî rûxandina Esed, Ehmed Şer bû serokê demkî yê desthilata veguhêz li Sûriyeyê û paşê jî bû serokê welêt.
Hemadeh tekezî li ser cihê erdnîgarî yê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû:
"Ji bo Amerîkiyan girîng e ku fêm bikin, her çend Okyanûsa Atlantîk û Pasîfîkê di navbera me de bin jî, em ji tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin ne parastî ne û dibe ku bandorên wan bigihîjin nav Amerîkayê."
Siyaseta Trump û pêwîstiya bi hevpeymanan
Endamê Kongreyê pesnê siyaseta Donald Trump da û got:
"Serok Trump fêm dike ku herêm ji bo berjewendiyên Amerîkayê çi qasî girîng e.
Di dema xwe ya yekem a serokatiyê de, welatê yekem ku serdana wî kir Siûdî bû.
Niha jî, çûye Rojhilata Navîn û serdana Siûdî, Qeter û Îmaratê kiriye."
Hemadeh da zanîn ku siyaseta "Amerîka beriya her tiştî" nayê wê wateyê ku pêwîstiya Washingtonê bi hevpeymanên xwe nîne, belkî "Pêdiviya me bi hevpeymanên xwe heye, di nav wan de Îsraîl jî heye."
Hamadeh tekez kir ku hevpeymaniya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de ya li dijî Îranê, "ji bo ji nû ve dariştina nexşeya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû."
13ê Hezîranê, Îsraîlê êrişî Îranê kir û paşê bi mûşek û dronan bersiv hat dayîn.
22yê Hezîranê, Amerîkayê êrişî navendên nukleerê yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên Îranê kir.
Piştî 12 rojan şer, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta di navbera her du aliyan de ragihand û şer rawestiya.
Parastina kêmîneyan û Durziyên Amerîkayî
Hemadehê ku dayika wî Durzî ye, behsa pêwendiya xwe ya taybet a bi civaka Durzî re kir û amaje bi wê êrişê kir ku "Hefteya borî li Siwêdaya başûrê Sûriyeyê qewimî û bandor li civaka Durzî kir."
Hamadeh got jî, "Îsraîl gelek baş ji bûyeran agahdar e û piştgiriyê dide Durziyan, ji ber ku beşdariyeke wan a mezin di Hikûmeta Îsraîlê de heye."
Hemadeh her wiha doza çalakvana jin a Xiristiyan a Amerîkî Kayla Muellerê bi bîr anî ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hat kuştin û got:
"Ew ji bo alîkariya welatiyên Sûriyeyê li wir bû.
Ez hîn jî bi awayekî çalak ji bo vegerandina termê wê dixebitim.
Divê em vegerandina termê hemû Amerîkiyan misoger bikin."
Kurd hevkarên li ser erdê bûn û dev ji wan nayê berdan
Di dawiya axaftina xwe de, Abraham Hemadeh peyameke zelal da herêmê û bi taybetî behsa rola Kurdan kir û got:
"Em hevpeymanên xwe yên Kurd ên li Îraq û Sûriyeyê ji bîr nakin.
Kurd ew kes bûn ku di şerê li dijî DAIŞê de li ser erdê alîkariya me kir."
Hamadeh ducare kir ku hemû komên kêmîne bi berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ve girêdayî ne û peyama xwe ya herî mezin bi vî rengî bi dawî anî:
"Em nikarin dev ji hevpeymanên xwe berdin."