Çend endamên Kongreya Amerîkayê bi rêya Rûdawê derbarê tevgerên hikûmeta Sûriyeyê yên li hemberî pêkhateyan û bi taybetî Kurdan peyamê ji hikûmeta nû ya wî welatî re dişînin û yek ji wan dibêje, "Divê Sûriye hişyar bibe, Serokê me henekan nake."
Pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde û bersivên çend endamên Kongreya Amerîkayê:
Rûdaw: Berteka te ya li hemberî hêzên Kurdî yên li Helebê çi ye?
Serokê Komîteya Karên Derve ya Meclisa Nûneran Brian Mast: Derfeta min çêbû ku ez bi General Mezlûm û kesên din re biaxivim. Ev tiştek e ku Amerîka girîngiyê didiyê, çi Kurd bin, çi Elewî, çi Durzî yan jî her aliyekî din ê li wê derê bin. Em dixwazin Sûriyeyekê bibînin ku derfetekê biafirîne ku ji ya serdema Beşar Esad cuda be. Em dixwazin derfet ji bo hemû xelkê wê derê hebe, ev jî ew armanc e ku em ji bo wê kar dikin.
Rûdaw: We "Yasaya Qeyser" û Cezayên Qeyser li ser Sûriyeyê rakirin da ku derfetekê bidin wan ku bibin welatekî geşbûyî ku rêzê li mafên mirovan û mafên kêmîneyan bigire lê me ev yek li ser erdê nedît. Berteka we ya ji bo vê yekê çi ye? Peyama we ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê çi ye?
Endamê Bilind ê Komîteya Karên Derve ya Meclisa Nûneran Gregory Meeks: Ji bo em piştrast bin ku rêz li mafên hemû Sûriyeyiyan, kêmîneyan û yên din jî digirin, lewma min di daxuyaniya xwe de got ku ez ji nêzîk ve dişopînim da ku peyamê wergirin. Her wiha em pêwendiyê bi kesên din re jî datînin ku behsa wê yekê dikin divê werin şopandin, eger na, dizanin ku dê encamên wê hebin.
Rûdaw: Berteka te ya li hemberî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li hêzên Kurdan ku li gel we li dijî DAIŞê şer kirin çi ye?
Gregory Meeks: Ducare dibêjim, berteka min ew e ku divê hemû takên li Sûriyeyê, komên kêmîne, Kurd, hemû bibin beşek ji yek (welatî), ev e ya ku em lê dinêrin û dişopînin. Em wê peyama bihêz digihînin, ji ber ku çawa tu tiştekî (cezayan) bi hêsanî radikî, tu dikarî wisa jî vegerînî. Ji ber vê yekê em çavdêr in û temaşe dikin. Ez hêvîdar im wisa lê bê, ji ber ku Sûriye welatekî gelekî girîng e û me ber bi arasteyeke nû û cuda ve ji ya serdema Beasiyan gav avêtiye. Ev ew mijar e ku bala me li ser e û ev ew peyam e ku me berê şandiye.
Rûdaw: Rojên borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê li Helebê êrişî hêzên Kurdan yên di bin piştevaniya Amerîkayê de kir. Wan li hemberî kêmîneyan û mafên mirovan binpêkirin kirin. Berteka te çi ye û peyama te ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê çi ye?
Endamê Kongreyê Tim Burchett: Pêwîst e Sûriye hişyar bibe. Ev serokê (Donald Trump) me yê ku heye henekan nake. Ev çewisandina ku li hemberî gelê xwe dikin û ew binpêkirin tenê şaşî ne. Dîrokeke wan bi van çeteyan re heye. Bi awayekî eşkere bibêjim, ji aliyê aborî ve baweriya min ew e ku Serok fêm dike, tiştê herî bi hêz ku di destê me de ye artêşa me ye lê duyem tiştê herî bi hêz hêza me ya aborî ye. Ez bawer im Trump vê dizane û vê jî bi kar tîne. Bi dîtina min pêwîst e Sûriye û serkirdayetiya wê hişyar bibin.
Rûdaw: Berteka te ya li hemberî êrişa vê artêşa nû ya Sûriyeyê ya li ser hêzên Kurdan ku li gel we li dijî DAIŞê şer kirin çi ye?
Tim Burchett: Heman tişt. Mebesta min ew e ku dijminê dijminê me dostê me ye û ew şerê dostên me dikin. Loma ez bawer im pêwîst e reftara xwe baş bikin.
Rûdaw