Endamê Kongreya Amerîkayê Abe Hamadeh ragihand ku dan û standinên HSD û Şamê dê vê mehê bi piştgiriya Amerîkayê li Parîsê ji nû ve dest pê bikin.
Abe Hamadeh bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re axivî.
Ofîsa Abe Hamadeh li ser axaftina bi Mezlûm Ebdî re daxuyaniyek belav kir û got:
“Endamê Kongreyê Abe Hamadeh, ji General Mezlûm ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) - ku di şerê li Dijî DAIŞê de Hevpeymana Amerîkayê ye - brîfîngek li ser rewşê wergirt.
Endamê Kongreyê spasiya General Mezlûm û hikûmeta demkî ya Şamê kir ji bo alîkariya wan a berdewam a di lêgerîna termê Kayla Mueller de, da ku ew di dawiyê de li cihê xwe, li eyaleta xwe ya Arîzonayê bê veşartin.”
Abe Hamadeh di berdewamiyê jî de got, “Bi zêdetirî 100 hezar şervanên xwe - hem Ereb û hem jî Kurd - ku ji aliyê hêzên Koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerîkayê ve hatine perwerdekirin, HSD beşeke sereke ya paşeroja Sûriyeyê ye.
Zêdetirî deh salan e, wê sêyeka Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê parastiye û modelek nenavendî ava kiriye ku Xirîstiyan, Ereb, Kurd û pêkhateyên din diparêze.
HSD dixwaze dem û derfetê bi dest bixe da ku di pêvajoya demkî ya Sûriyeyê de çarçoveya xwe ya rêveberiya berfireh xurt bike.
Vê mehê, danûstandinên di navbera Şam û HSDyê de dê bi piştgiriya Hikûmeta Trump li Parîsê ji nû ve dest pê bikin.
Armanca wan ew e ku Sûriye ji şêwaza têkçûyî ya rejîma berê ya gef û tolhildanê dûr bikeve û ber bi sîstemeke ku li ser parastina maf û azadiyên hemûyan hatiye avakirin ve biçe.
Em pêwendiyên xwe bi hemû aliyên ku li Sûriyeyê ji bo aştiyê pabend in, vekirî dihêlin.”