Encumena Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Em dê heta dawiyê li ber xwe bidin

.

Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku ew dê heta dawiyê li hemberî êrişên çekdaran û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li dijî êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew dê tawîzan nedin.

Encumenê hişyarî da xelkê ku li hemberî “polîtîkayên şer”  baldar be.

Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dijwar ên li ser taxên Kurdan.

Encumena diyar kir ku li gel êrişên leşkerî, hikûmet polîtîkayên şerê taybet jî dimeşîne û got:

"Hewl didin bi van rêbazên qirêj vîna gelê me bişikînin. Gelê me yê welatparêz divê li dijî polîtîkayên şerê taybet hişyar be. Gel li kêleka hêzên parastinê ye."

"Ciwan û Asayîş li ber xwe didin"

Konseyê diyar kir ku hêzên Asayîşê û ciwan li hemû eniyan li ber xwe didin û bangî raya giştî û her çar parçeyên Kurdistanê kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

"Em gavê bi paş ve navêjin"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tax bi çekên giran û bêperwa tên bombebarankirin û armanca vê yekê valakirina taxan e.

Encumenê helwesta xwe wiha anî zimên:

"Wekî Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, em dê yek gavê jî bi paş ve neavêjin û ti tawîzan nedin.

Heta ku em vê vînê azad dikin em dê têbikoşin. Taxên me nirx û rûmeta me ne.

Em dê van deran ji çeteyan re nehêlin û van taxan veguherînin qadên berxwedanê yên herî mezin ên dîrokê."

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin