Encûmena Dewletê reşnivîsa dahata ne-petrolê îmze kir û dê ji Encûmena Wezîran a Federal re were şandin

.

Civîna Encûmena Dewletê taybet civîna xwe ya li ser pirsa dahata derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê bi dawî kir.

Îro 21.09.2025ê Encûmena Dewleta Iraqê civîna xwe ya çaremîn derbarê pirsa dahata derveyî petrolê li dar xist. Di civînê de reşnivîsa xwe ya dawiyê nivîsandin û bê amadebûna nûnerê Herêma Kurdistanê reşnivîs hat îmza kirin û bendewarî hene ku îro ji aliyê Serokê Encûmena Dewletê ve ji Encûmena Wezîrên Iraqê re bê şandin.

Roja Pêncşemê, 18ê Îlona 2025an, Encûmena Dewleta Iraqê ji bo çareserkirina aliyên yasayî yên mijara radestkirina dahata ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê cara sêyemîn civiya, lê her du nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînê nebûn. Ji ber wê jî Encûmena Dewletê şandina reşnivîsê ji bo Encûmena Wezîrên Iraqê herdu caran jî paşxist.

Roja Sêşemê, 16ê Îlona 2025an, Encûmena Wezîrên Iraqê biryar da ku reşnivîsa peymana di navbera Hewler û Bexdayê û şîrketên petrolê de ji Encûmena Şêwirmendiyê ya Wezareta Petrolê re bişîne û eger ti têbiniyekî wan tine be, pirsgirêka hinardekirina petrola Kurdistanê dê bi dawî bibe û dest bi hinardekirina petrolê bê kirin.

BasNews 

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên