Encamnameya Konferansa Hewldana Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê Hate Ragehandin

.

Konferansa Hewldana Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê roja 14.03.2026ê li Amedê hate li dar xistin.

Ji bo ragehandina encamnameya konferansê roja 16.03.2026ê, li Amedê li Otêla Mîtanîyê civîneke çapemenîyê hate li dar xistin.

Di destpêka civînê de, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê armanca konferansê de agahdarîyeke kurt da. Herweha ji bo 38emîn salvegera jenosîda helebçeyê rêz hate girtin û Mustafa Ozçelîk di derbarê Jenosîda Helebçeyê de kurte axaftinek kir.

Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, encamnameya konferansê bi kurdî xwend.

Piştî xwendina encamnameya konferansê, Mustafa Ozçelîk pirsen rojnamevanan bersîvand û civîn bi dawî hat.

 

Encamnameya Konferansa Hewldana Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê:

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎ RA

Beşdarên rêzdar,

Kedkarên hêja yên çapemenîyê!

Geşepêdanên dawî yên herêmî û şerê li hemberê Îranê nîşan didin ku dê li Rojhelatanavîn balansa hêz û têkilîyan ji nû ve bêne guhartin. Em di pêvajoyeke dîrokî ya weha de derbaz dibin ku ji bo miletê kurd hem firsend û îmkanên mezin dertên meydanê û hem jî xeterîyên ciddî xuya dibin.

Welatê me çap par bûye û di bin hukma dagirkerî de ye, nêzîkî dusesd salin ku têkoşîna azadî û serxwebûna miletê kurd berdewam dike, dagirkeran bi qetlîam û jenosîdên bêhejmar xwestine vê daxwazê têk bibin; herweha ji bo tunekirine çand û zimanê kurdî jî, polîtîkaya zulm û asîmîlasyoneke bêhempa hatîye meşandin. Polîtîkayên dijwar ên koçberî û îskana mecbûrî hatine tetbîqkirin; di encama vê de; pêşî li geşepêdana ekonomîk, sosyal û çandî ya miletê kurd hatîye girtin û Kurdistan kirine wek ciyê şewatê.

Lêbelê digel van hemû cûreyên polîtîkayên înkar û tune kirinê; nekarîne îrade û têkoşîna azadîya miletê kurd tune bikin. Her nifşekî miletê kurd ji nû ve rabûye ser pîyan, parastina mafê serwerî û xwerêvebirina li ser erdê welatê xwe berdewam kirine.   

Îro geşepêdanên ku li herêmê û navneteweyî rûdane, bi awayekî zelal bi me didin dîyarkirin ku ev statuquya heyî ya ku li ser tuneqebûlkirina mafên neteweyî û demokratîk ê bingehîn ê miletê kurd hatîye damezrandin, nikare berdewam bike. Digel vê, ew pêvajoya ku Dewleta Tirkiyê daye destpêkirin û ragihandîye; di nav wê de mafê xwebirêvebirina bi statuyekî sîyasî nîne, hebûna neteweyî ya milletê kurd, maf û azadîyên wî yên neteweyî-demokratîk nehatine qebûlkirin û çarçoveyek ku van mafên kurdan di bin garantîya Qanûna Esasî de biparêze nehatîye dîyarkirin. Wusa xuya dibe ku ev nihêrîn ne perspektîveke çareserî ye; berûvajê wê, stratyejîyeka pişokirinê ye û dixwazin bi dirêjkirina pêvajoyê re bi ya xwe bikin.

Ji alîyê din ve jî nihêrînên wusa hene ku dixwazin çareserîya doza kurd û Kurdistanê di çarçoveya têgehên “Cimhurîyeta Demokratîk”, “Neteweya Demokratîk” û “Entegrasyona Demokratîk” hepis bikin. Ev nihêrîna hanê; hebûna welat û neteweya kurd, mafê serwerî û xwe birêbvebirina bi statuyeke sîyasî li welatê xwe rewa nabîne. Ev nihêrîn, dijberê daxwazên netewî yên miletê kurd e.

Di rewşekî weha de; bêguman çawa ku li gelek herêmên dinyayê hatîye dîtin, herweha mafê meşrû û rewa yê miletê kurd e ku di statuyekî sîyasî ya wekhev û yeksan de xwebixwe birêve bibe. Di vê çarçoveyê de, divê kurd jî bigîje mafên xwe û di welatê xwe de, di bin rêvebirîyeke neteweyî-demokratîk de xwebixwe rêve bibe. Pêkanîna vê yekê, wezîfeyeke dîrokî ye ji bo dînamîk û pêkhateyên civakî yên kurd û Kurdistanî.

Di vê çarçoveyê de; em partîyên sîyasî, grub û şexsîyetên serbixwe yên ku mafê dîyarkirina çarenûsî û xwe rêvebirina miletê (neteweya) kurd diparêzin, roja 14ê Adara 2026an de li Dîyarbekirê berhev bûn û Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê li dar xist.

Di encama gengeşî û nirixandinên di konferansê de, biryarên li jêrê hatine girtin:

• Beşdarên konferansê di derbarê pêkanîna yekîtîya neteweyî de îradeyekê bi hêz dîyarkirine. Herweha bi zelalî û biryardar hatîye destnîşan kirin ku ev îradeya di konferansê de derketîye holê, divê wergere bibe sazgêrek temsîla netewî ya berfireh û bi hêz.

• Ji bo pêkanîna îradeya destnîşankirî ya di konferansê de, bi yekdengî Komîteya Hewldanê hatîye wezîfedarkirin. Ji bo pêkanîna vê wezîfeya dîrokî, ji alîyê beşdarvanan ve îradeyeke hevpar hatîye nîşandan, ku ev komîte bi xebata meydanî bête berfirehkirin û di encama wê de gavên ji bo sazîgerîkirina xebata neteweyî bêne avêtin.

• Bi îradeyeke hevbeş û yekdengî hatîye qebûlkirin; ku ji xeynî pêkhateyên konferansê divê bi partî, grub, sazî, rêxistin û kesayetên din ên ku nizîkê hev difikrin re jî dîalog bête danîn û xebat bête çêkirin ji bo pêkanîna platformeke berfireh a temsîla neteweyî.

• Bi awayekî aşkere daxwaza miletê kurd ya serwerî û xwe birêvebirina li ser erdê xwe hatîye dîyarkirin; pêdivî û grîngîya têkoşîna netewî-demokratîk a li ser zemînek sîyasî, sivîl û meşrû hatîye destnîşankirin.

• Ji bo ku têkoşîna meşrû ya maf xwestina miletê kurd di seha netewî û navnetewî de hîn baştir bête parastin, pêdivîya amadekarîya bernameyek çalakîyên berfireh û realîst hatîye erêkirin.  

• Dubare hatîye erêkirin ku divê em bi kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re di nav peywendîyê de bin, bi wan ra hevkarî bikin û piştgirî bidin têkoşîna wan a netewî ya mafdar.

Di konferansa me de beyana îradî ya ku derketîye meydanê û biryarên ku hatine girtin, bi yekdengîya rayan hatine qebûlkirin. Beşdarvanan ji bo pêdivîya pêkanîna van mesûliyetîyên dîrokî selahîyet daye Komîteya Hewldanê.

Di vê çarçoveyê de, em bang li rayagiştî û gelê Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin vê mesûliyetîya dîrokî; ji bo ku em karibin sazîyek hevpar a temsîla neteweyî çêbikin, bang li hemû alîyên sîyasî û vicakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê.

Konferansa Hewldana Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê

(PÊLKURD, PLATFORMA CIWANÊN SERBIXWE (PCS), PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK), PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK) û KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ)

Dîyarbekir

14ê Adara 2026

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir