Encamên destpêkê yên Hilbijartinên Fransa.. Macron li pêş e û Le Pen jî duyem e

.

Li gor encamên destpêkê yên gera yekem a hilbijartinên serokomariya Fransayê, Macron li pêş e û Le Pen jî di rêza duyem de ye.

Agahiyên Wezareta Navxwe ya Fransayê nîşan didin ku bi hejmartina %97 a dengan, Serokomarê niha yê Fransayê Emmanuel Macron di hilbijartinên serokomariyê de bi rêjeya %27.6 a dengan li pêş e.

Gera yekem a hilbijartinên serokatîyê duhî dest pê kir, Serokomarê niha Emmanuel Macron jî di nav de, 2 kandîd hevrikiyê li ser wê postê dikin.

Li gor agahiyên Wezareta Navxwe ya Fransayê, bi hejmartina %97 a dengan, Emmanuel Macron bi rêjeya %27.6 a dengan li pêş e.

Seroka Partiya Rastgir Marine Le Pen jî bi rêjeya 23,41% di rêza duyemîn de ye. Serokê Partiya Çep "Fransa Proud" Jean-Luc Melenchon jî bi 21,95% yê sêyemîn e.

Medyayên Fransî ragihandin ku rêjeya beşdariyê di gera yekem ya hilbijartinan de %65 bûye.

Biryar e gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê di 24'ê Nîsanê de birêve biçe.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin