Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî axivîn: Rojev Rojhilata Navîn e

.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Fransayê Jean Noel Barrot ragihand ku Emmanuel Macron li ser rewşa Rojhilata Navîn bi Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî re axiviye.

Jean Noel Barrot her wiha anî zimên ku ew piştgiriyê didin rayedarên Îraqê da ku welatê wan nekişînin nav wî şerê ku herêm girtiye nav xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot li Parîsê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser rewşa Rojhilata Navîn axivî û got, "Serokkomar Emmanuel Macron bi Serokwezîrê Îraqê û Serokê Herêma Kurdistanê re axiviye. Ez bi xwe jî du caran bi hemtayê xwe yê Îraqî re axivîm."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê diyar kir ku hikûmeta welatê wî naxwaze Îraq tev li şerê li herêmê bibe û li ser vê yekê got, "Me ji bo hewlên rêlibergirtina kişandina Îraqê ya nav aliyekî van aloziyan, piştgiriya xwe ya ji bo rayedarên Îraqê anî zimên."

Jean Noel Barrot destnîşan kir ku Parîs dixwaze aramiya Îraqê were parastin û pê de çû:

"Armanca me ew e ku em ji bo parastina asayîş û serweriya Îraqê hemû piştgirî û hevkariya pêwîst bidomînin."

Ev daxuyanî di demekê de ne ku ev du roj in di navbera Îsraîl û Amerîkayê û li aliyê din Îranê de şer dest pê kiriye. Her wiha çend caran baregehên komên çekdar ên li Îraqê hatine bombebarankirin û tirsa wê yekê heye ku Îraq jî tev li şer bibe.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin