Emma Nicholson: Odeya Bazirganî ya Hewlêrê ji bo welatan bûye mînakek

.

Şandiya Serokwezîrê Brîtanyayê bizav û serkeftinên odeya bazirganî ya Hewlêrê bilind dinirxîne, herwesa dibêje: Odeya bazirganî ya Hewlêrê ji bo welatan bûye mînakek.

Şandiya Bazirganî ya Serokwezîrê Brîtanyayê Emma Nicholson îro (Pêncşem, 15.02.2024) di kongireyekê rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand, “Di demekê de ku bidestxistina sermayeyê û serkeftin karekê pirî asteng û giran e, Odeya Bazirganî ya Hewlêrê kariye bi rengekê serkeftî karên xwe bi cih bîne û ji bo welatên dî jî bibe mînakeka baş”.

Şandiya Bazirganî ya Serokwezîrê Brîtanyayê herwesa got, “Biznizmanên Herêma Kurdistanê ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî ji bo çend welat û neteweyan jî bûne mînaka serkeftinê”.

Emma Nicholson amaje jî da, “Cihê şanaziyê ye ku ez bibêjim Odeya Bazirganî ya Hewlêrê yek ji endamên damezrîner ên Civata Bazirganî ya Îraq û Brîtanyayê ye, û her ji destpêkê ve bûye endam”.

Navbiriyê herwesa got, “Pîşesaziya biznizê kilîla serkeftina her welat û herêmekê ye, serkeftina Hewlêr û Herêma Kurdistanê jî di vî warî de tê dîtin”.

Her dîsa jî got, “Mil bi milê serkeftina wê, Civata Bazirganî ya Îraq û Brîtanyayê jî serkeftî bûye. Ron û eşkere ye ku ew tîmeka serkeftî ye û hemî bazirganiyên wê serkeftî bûne”.

Li dawiyê jî tekez kir, “Bazirganî dilê serkeftina her civak û welatekî ye. Ew kesên serkeftî ne, ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî ji bo çend welat û neteweyan jî bûne mînaka serkeftinê. Serkeftina wan li Hewlêr û tevaya Kurdistanê diyar e”.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be