Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim

.

Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 14’emîn de dewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar, diyar kir ku ew dixwaze kesên zarokên wê qetilkirin bên girtin û got: “Heya ku bersûcên zarokên min neyîn girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim.” 
 
Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz Hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar û du zarokên xwe Celal û Adil Şenyaşar winda kirin, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bibû re, berî 14 rojan li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 14’emîn de dewam kir.
 
Malbat, di şefeqê de hat ber edliyê û bi wîzên danîn erdê daxwaza xwe ya “Edaletê” dûbare kirin. 
 
Dayika Şenyaşar, cardin pirsa “Edalet li ku deriyê?” kir û wiha got: “Ez dixwazim ku kesên zarokên min qetilkirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyîn girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ne rabim. Ger dixwazin bi la min bigirin. Lê ezê tu carî jiyanek wiha qebûl nekim.”
 
Di medya civakî ya #ŞenyaşarAilesineAdalet a ji bo malbatê hatiye vekirin de, wêneyên 3 zarokên Celal Şenyaşar ê jiyana xwe ji dest dayî, hat parvekirin û ev yek hat gotin: “Mafê dayikeke dil şewat û zarokên sêwî mayîn parastin, deynê stûyê me.”   
 
Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber bend û rêgiriyên edliyê dewam dike.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand