Emerîkayê Haşdî Şeabî ji Zumar û Şingalê derxist!

Doh Haşdî Şeabî ji Şingal, Zûmar û hin navçeyên din ên Nînowayê milîsên xwe paşve kişandibû. Eşkere bû ku li ser daxwaza kurdan Emerîkayê, gef li Bexdayê xwariyê da ku Haşdî Şeabî li van herêmên nakok ên Kurdistanî derkeve.

Rojnameya El Ereb a Îngîlîz nûçeyeke balkêş li ser Haşdî Şeabî belav kir. Li gor vê nûçeyê Emerîkayê gef li Iraqê xwar da ku Haşdî Şeabî ji herêmên nakok ên Kurdistanî derkeve.

 Doh li çapemeniyê hatibû belavkirin ku Haşdî Şeabî ji Şingal, Zûmar û hin navçeyên din ên Nînowayê milîsên xwe vekişiyabûn. Li gor vê raportê ev yek li ser daxwaza kurdan a ji Emerîkayê pêk hatiye û Emerîkayê gef li Bexdayê xwariye lewma milîsên Heşdî Şeabî jî ji van herêman derketine.

Lê, berdevkê Haşdî Şeabî bi daxuyaniyekê ragihand; nûçeyên derbarê vekişîna hêzên wan ên ji Rebîa û Zûmarê ne rast in û bê bingeh in û got heta fermana vekişînê ji fermandariya artêşa Iraqê neyê ew ê li herêmê bimînin.

Li gor nûçeya El Ereb, hêzên Pêşmerge û Iraqê bi awayekî hevbeş li wan navçeyan belav bibin.

(nerinaazad)

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da