Yek ji şêxên herî navdar ê eşîra Igêdatê Şêx Emar el Hedawî, rewşa Dêrezorê ji Rûdawê re nirxand.
Şêx el Hedawî da zanîn ku herêma wan demeke dirêj e hatiye paşguhkirin û got, nenavendiya îdarî ji bo Dêrezorê çareseriya herî guncav e.
Rîspîyê Dêrezorê Şêx Emar el Hedawî li ser rewşa jiyanî û ewlehiyê ya li gundên rojhilatê Dêrezorê jî axivî û diyar kir ku bandora şerê 15 salan hîn jî didome.
Emar el Hedawî got, "Li Sûriyeye bi giştî ji şerekî dirêj derket û ev yek bû sedema rewşeke jiyanî ya zehmet. Dêrezor jî beşek ji Sûriyeyê ye û ji ber vê yekê êşa welatiyan bandorê li me jî dike."
Şêxê eşîra Igêdatê Emar el Hedawî li ser paşeroja Sûriyeyê jî wiha axivî:
“Ez bawer nakim ku Rêveberiya Xweser projeyeke wê ya dabeşbûnê hebe. Divê ez zelal bim. Gotinên ku hin kes belav dikin ku HSD an Rêveberiya Xweser projeyeke dabeşbûnê dimeşîne, gotineke xeyalî û ne rast e.
Em li van herêman bi desthilata siyasî re dicivin û ne dabeşbûn û ne jî federalîzm nehatiye pêşniyarkirin. Berevajî, em beşeke resen in ji Sûriyeyê û em li ser yekîtiya axa Sûriyeyê pir dilxwaz in. Mesele ne ew e ku em li vir an li wir bin. Em li Dêrezorê beşeke resen in lê heke siyaseta dûrxistinê ya navendê berdewam bike, wê demê sedema dabeşkirinê dê siyaseta navendê be, ne siyaseta aliyan.”
Emar el Hedawî ji pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê re axivî. Hevpeyvvîna Nalîn Hesenê û Emar el Hedawî wisa ye:
Rûdaw: Li Dêrezorê dîmenekî tevlihev heye ku pirsgirêkên jiyanî, ewlehî û siyasî di nav hev de ne. Di vê rewşê de dengê eşîran ji bo têgihîştina rastiyê û avakirina paşerojê xwedî girîngiyeke bingehîn e. Îro em ji gundên rojhilatê Dêrezorê, bi taybetî ji herêma Şihêlê, bi yek ji şêxên navdar ên eşîra Igêdatê, Şêx Emar El Hedawî re diaxivin. Em dê li ser rewşa meydanî, dosyaya siyasî, paşeroja têkiliyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê û her wiha metirsiya vegera DAIŞê biaxivin.
Şêx Emar el Hedawî, tu ji Şihêlê mêvanê me yî. Bi xêr hatiyî.
Emar el Hedawî: Bi xêr hatî, Xweda we biparêze.
Rûdaw: Spas Şêx. Tu rewşa jiyanî û ewlehiyê ya li herêmên we, bi taybetî li Şihêl û gundên rojhilatê Dêrezorê çawa dinirxînî?
Emar el Hedawî: Sûriye bi giştî ji şerekî dirêj ê zêdetirî 15 salan derket. Vê yekê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê rewşeke jiyanî ya zehmet afirand. Dêrezor jî beşeke resen a Sûriyeyê ye, ji ber vê yekê êşa welatiyên Sûriyeyê bandorê li rewşa eşîr û Dêrezorê jî dike. Herêma rojhilatê Sûriyeyê herêmeke dewlemend e; xwedî petrol, av, ajal û hêza mirovî ye. Rastî ev e ku li hemberî welatiyên herêmên rojhilatê Sûriyeyê – Dêrezor, Reqa û Hisîçayê – neheqiyeke dirêj heye ku ji beriya şoreşê, ji beriya 2011an dest pê dike. Dibe ku temenê vê êşê zêdetirî 60 salî be. Ev herêm her dem hatine paşguhkirin û mixabin bi çavekî nizim lê hatiye nêrîn. Welatî hîn jî di nav vê êşê de dijîn lê bi hêviyeke mezin û bi geşbînî li benda rojên baştir in.
Rûdaw: Gelo xizmetên bingehîn ên wekî av, tenduristî, elektrîk û perwerdeyê hewcedariyên herî kêm ên şêniyan tên peydakirin?
Emar el Hedawî: Bûyerên li Sûriyeyê bandoreke neyînî li van sektoran kirine û kêmasiyeke mezin heye lê ez mizgîniyê didim we ku niha civînên zêde tên lidarxistin. Rêbazeke nû ji bo jinûveavakirina van sektorên xizmetguzariyê tê danîn. Ez bawer dikim ku di rojên nêzîk de dê di van waran de başbûneke berbiçav çêbibe.
Rûdaw: Civîn di navbera kê û kê de ne?
Emar el Hedawî: Civîn di navbera welatiyan, Rêveberiya Xweser û Encûmenên Cîbicîkar de ne.
Rûdaw: Hewldanên navneteweyî ji bo gihîştina lihevkirinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de hene. Agahiyên we yên li ser çarenivîsa Dêrezorê çi ne?
Emar el Hedawî: Dêrezor, wekî min got, parêzgeheke ku demeke dirêj hatiye paşguhkirin. Bi şopandina me ya niha ya tevgerên Hikûmeta veguhêz a li Şamê, em bawer dikin ku paşguhkirin hîn jî berdewam e. Ev yek li gorî dilê me nîne. Em hêvî dikin ku herêma me ji aliyê bipêşketin û avadaniyê ve bigihîje asta bajarên din ên Sûriyeyê. Em gihîştine wê baweriyê ku dibe nenavendiya îdarî berjewendiyên Dêrezorê pêk bîne. Ev sîstem dikare wê ji rewşa xizanî, dûrxistin û paşguhkirinî rizgar bike. Ji ber vê yekê, em niha bawer dikin ku herî kêm nenavendiya îdarî ji bo Dêrezorê ya herî guncaw e. Bi vî awayî dê parvekirineke zelal a dewlemendî û çavkaniyên me hebe. Ev daxwazeke rewa ye. Mînak, Dêrezor bi petrolê dewlemend e, gelek bîr û zeviyên mezin tê de hene. Lê bifikirin, zeviyên petrolê li Dêrezorê ne û parzûngeh li Tartûs û Banyasê ne. Çima parzûngeh li Dêrezorê nebe? Pirsgirêkên mezin hene ku pêwîstî bi çareserî û jinûvenirxandinê heye.
Rûdaw: Gelo hikûmeta Sûriyeyê bi vê yekê razî ye ku nenavendiya îdarî bide Dêrezorê?
Emar el Hedawî: Piştî van qurbanî û fedakariyên mezin ên gelê Sûriyeyê, divê welat ji bo her kesî bibe cîhekî azad. Divê hikûmeta Şamê berjewendiyên hemû welatiyên xwe yên ji netewe û pêkhateyên cuda biparêze. Em dewleteke mîna rejîma berê qebûl nakin û jê hez nakin. Em wekî zarokên Dêrezorê, berjewendiya xwe di nenavendiya îdarî de dibînin ku bi awayekî zelal girêdayî navendê be. Ev yek daxwaz û berjewendiyên welatiyên van herêman pêk tîne.
Rûdaw: Şêx Emar li gorî agahiyên we gelo di civînên dawî yên li Şamê de di navbera heyetên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de, li ser çarenivîsa Dêrezorê gotûbêj hatin kirin?
Emar el Hedawî: Rastî, agahiyên rasterast ji çavkaniyan negihîştin me lê li gorî agahiyên ku ji vir û wir derketin, Dêrezor niha li ser du beşan dabeş dibe; beşek li aliyê rastê yê çemê Feratê û beşa din li aliyê çepê ye. Heke di warê yekbûnê de nêzîkbûnek çêbibe û belgeya 8ê Adarê ya di navbera General Mezlûm Ebdî û Birêz Ehmed Şer de were pêkanîn dibe ku mekanîzmaya yekbûnê di saziyên sivîl de ji Dêrezorê dest pê bike. Ez hêvî dikim ku di qonaxa yekem de komîteyên hevbeş ji xelkê Dêrezorê û Rêveberiya Xweser ji bo dan û standina bi Şamê re bên avakirin.
Rûdaw: Gelo hûn wekî şêniyên gundên rojhilatê Dêrezorê ramana yekbûnê baş dibînin? Hûn dixwazin di nav projeya Rêveberiya Xweser de bimînin an di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de bimînin?
Emar el Hedawî: Ez bawer nakim ku Rêveberiya Xweser projeyeke wê ya dabeşbûnê hebe. Divê ez zelal bim. Gotinên ku hin kes belav dikin ku HSD an Rêveberiya Xweser projeyeke dabeşbûnê dimeşîne, gotineke xeyalî û ne rast e. Em li van herêman bi desthilata siyasî re dicivin û ne dabeşbûn û ne jî federalîzm nehatiye pêşniyarkirin. Berevajî, em beşeke resen in ji Sûriyeyê û em pir dilxwaz in li ser yekîtiya axa Sûriyeyê. Mesele ne ew e ku em li vir an li wir bin. Em li Dêrezorê beşeke resen in lê heke siyaseta dûrxistinê ya navendê berdewam bike, wê demê sedema dabeşkirinê dê siyaseta navendê be, ne siyaseta aliyan.
Rûdaw: Gelo hûn bi vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Dêrezorê re ne?
Emar el Hedawî: Ev pirseke hîpotetîk e. Ez bawer nakim ku em sibehê şiyar bibin û desthilat tune be. Ev yek dê valahiyeke ewlehiyê ya mezin bihêle û ne di berjewendiya herêmê de ye. Ya duyem, endamên HSDyê ne ji neteweyekê ne, ew tevliheviyek ji hemû pêkhateyên herêmê ne; Ereb, Kurd, Aşûrî û Suryanî. Vekişîna wê ya ji nişka ve dê rewşeke valahiyê û tevlîheviyeke mezin biafirîne ku dibe bibe sedema wêrankirina herêmê.
Rûdaw: Heke yekbûnek di navbera HSD û hêzên hikûmetê de çêbibe, gelo hûn daxwaza garantiyên navneteweyî dikin?
Emar el Hedawî: Em hêvî dikin ku diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de be. Heke diyalog bêyî destwerdanên herêmî yên welatên cîran bûya, dibe ku em zûtir bigihîştana çareseriyan. Ez bawer nakim ku pêwîstî bi garantiyên navneteweyî hebe. Dibe ku destûra Sûriyeyê vê yekê garantî bike. Ez behsa destûreke nû dikim, destûreke ku hemû aliyan li ber çavan bigire, ne destûra berê ya teng. Destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike dê bibe sedema rihetiyê.
Rûdaw: Şêx Emar, ez dixwazim çalakiyên DAIŞê jî ji te bipirsim. Gelo li herêmên we çalakiyên şaneyên DAIŞê zêde bûne? Û ev yek çawa bandorê li jiyana sivîlan dike?
Emar el Hedawî: Ev proje bi ser vê herêmê de hat û çû lê niha bi rastî çalakiyên wan hene û hewl didin ku li qadeke berfireh xwe birêxistin bikin.
Rûdaw: Hûn vegera operasyonên DAIŞê çawa şîrove dikin? Gelo kêmasiyeke ewlehî heye an piştgiriyên herêmî hene?
Emar el Hedawî: Qada Sûriyê bi giştî qadeke ne kontrolkirî ye. Rewşeke tevlîhev heye û ev rewş ji bo zêdebûna her tevgereke tundrew guncaw e. Rewşa ewlehiyê ne di destê hêzeke diyarker de ye. Hin rêxistin hewl didin ku çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin û lawaziya ewlehiyê ya li Sûriyeyê bi kar tînin.
Rûdaw: Li kîjan herêmên Dêrezorê çalakiyeke berbiçav a şaneyên DAIŞê heye?
Emar el Hedawî: Ez nikarim bi rastî cihekî diyar bikim, agahiyên min ên ewlehiyê di vî warî de nînin.
Rûdaw: Gelo însiyatîfên we yên eşîrî ji bo têkoşîna li dijî tundrewiyê hene?
Emar el Hedawî: Hewldan hene lê ez ji we venaşêrim, ew hewldanên şermokî ne. Piraniya kesan ji ber sedemên ewlehiyê xwe diparêzin û ev yek pir normal e lê di van 14 salan de nifşên ku tenê kêm zanist û têgihîştin bi dest xistine derketin holê. Ji ber vê yekê ew ji bo hin ramanên xerîb nêçîreke hêsan in. Ev pirsgirêkeke dijwar e ku pêwîstî bi çareseriyeke demdirêj û navendên pispor heye.
Rûdaw: Te behsa dosyaya petrolê kir. Zeviyên petrolê niha ji aliyê kê ve tên birêvebirin?
Emar el Hedawî: Niha birêvebiriya petolê li rojhilatê Feratê di destê saziyeke taybet a Rêveberiya Xweser de ye. Birêvebirî bi rêya wezareta petrolê tê kirin û tê de endezyar û kadro hene lê bi rastî bi îmkanên destpêkî kar dikin, ne bi awayekî pisporî. Ew hewcedariya herêmê heta radeyekê peyda dikin û beşek ji van dewlemendiyan her çend têr neke jî li ser welatiyan têne belavkirin.
Rûdaw: Di vê qonaxa girîng de peyameke te ji bo xelkê Dêrezorê û ji bo birayên we yên Kurd heye?
Emar el Hedawî: Kurd birayên me ne, ev ne tiştekî nû ye. Di navbera me û Kurdan de hevjiyaneke dîrokî heye. Em û Kurd bi hezaran sal in bi hev re dijîn. Têkiliyên me ji ber hin propagandaya kînî rastî şokan hatin lê em niha di pêvajoya çareserkirina wê de ne. Em niha pir hewcedarê hev in; Kurd, Ereb, Suryanî û Aşûrî. Pêwîstiyeke exlaqî, dîrokî û neteweyî ye ku em hevgirtî bin û piştgiriyê bidin hev heta ku em bigihîjin azadî, dadmendî û demokrasiya ku em bi rastî hêvî dikin. Ev yek jî pêk nayê heta ku hevgirtineke civakî ya rastîn û aştiyeke navxweyî çênebe. Em çawa hewcedarê birayên xwe yên Kurd in, ew jî pir hewcedarê me ne.
Rûdaw