Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin

.

Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
88 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêberê qehreman ê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê, li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.
Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.
Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.
Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, cîhê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.
Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.
Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.
Di 88emîn salvegera qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin.
15.11.2025


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên