Em piştgirîyeke xurt didin berbijêrên serbixwe yên Kurdistanî

Rêxistina li derveyî welat a PSKê û rêxistina PAK-Ewrûpayê, li Almanya, bajarê Duisburgê civiyan.

Rêxistina li derveyî welat a PSKê û rêxistina PAK-Ewrûpayê, li Almanya, bajarê Duisburgê civiyan.  Nûnerên PSKê yê li derveyî welat, bi endamên meclîsa PAKê re civêneke dostane çêkirin.


Rêxistina PAKê ya Ewrûpa û PSKê bi hev re biryara hevkariyê dane û protoklek îmze kirine. Di protokola hevkariyê de her du rêxistin diyar dikin ku wek PAK û PSK rêxistinên li derveyî welat, li ser kar û xebatên muşterek hevkariyeke dilsozane didin ber xwe.  Partîyên me, li welat biryara hevkarîyê dane û ji bo vê armancê platforma Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kirine.  Lewra gava pêşî ya xebata me ya hevbeş wê hilbijartinên herêmî bin. Bêşik hevkarîya me, wê piştî hilbijartinên herêmî jî berdewam bike.


Her weha rêxistinên PSK û PAKê li derveyî welat bang li hemû welatperwerên Kurdistanî dikin ku di kampanya hilbijartinên herêmî de, mil bidin xebata piştgiriya berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat.

Meclîsa PAK û PSKê li derveyî welat di van du mehên pêş me de, ji bo piştgiriya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li hemû Ewrûpayê kampanyeke xurt daye ber xwe. Wê civînên agahdarî, şevên piştgirîyê pêk bînin. Wê serlêdana Kurdên welatperwer û Kurdistanîyan li bajarên ewrûpayê bikin.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist