Em îsal roja ala Kurdistanê bi diruşma Serxwebûnê pîroz dikin!

PAK-Ewrûpa bi munasebeta roja ala Kurdistanê beyanek da. Di beyanê de bang li heval, piştgir û hemwelatiyên Kurdistanî kir ku 17ê mehê mil bidin xwepêşandinan.

PAK-Ewrûpa bi munasebeta roja ala Kurdistanê beyanek da. Di beyanê de bang li heval, piştgir û hemwelatiyên Kurdistanî kir ku 17ê mehê mil bidin xwepêşandinan.

"Ji roja ku parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara ”17ê meha 12an roja ala Kurdistanê” îlan kir 17 sal derbas bûn. Lê pîrozkirina roja ala Kurdistanê ya îsal wê bi diruşmên serxwebûnê bi giyana pêşmerge û şervanên Kurdistanê ku canê xwe ji bo ax û ala pîroz gorî kirine, wê bighê astekî bilind.

Di cîhanê de kêm netewe qasê Kurdistanîyan ji bo azadîya axa xwe û bilind kirina ala xwe têkoşaye, berdêl daye.

Îro ev têkoşîn û ev canfidayî li perçeyeke welatê me be jî, êdî me gihandine berbenga serxwebûnê. Ji bo wî ye ku di roja pîroz, roja ala Kurdistanê ya îsal de li seranserê welat û cîhanê, bi diruşmên serxwebûnê emê dengê xwe bilind bikin.

Kurdistanîyên welatperwer, dost û hevalên têkoşer;

Li seranserê Ewrûpa roja ala Kurdistanê bi hestên serxwebûnê wê bê pîrozkirin, li Parîsê, li Berlînê, li Frankfurtê, li Kolnê, li Hamburgê, li Kopengangê, li Osloyê, li Stockholmê, li Holandayê û gelek bajarên din xwepêşandan hatine organîzkirin.

Em wek PAK-Ewrûpa bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz, dostên xwe û hemwelatiyên Kurdistanê yên welaparêz ku li Ewrûpa dijîn dikin ku, biçûk û mezin, jin, mêr û zarok beşdarî xwepêşandanan bibin, bi rakirin û bilindkirina ala rengîn xêrhatinê li Kurdistanek serbixwe bikin û silavê bidin giyana paqij yê şehîdên Kurdistanê.

Ala rengîn bi xwîna şehîdan bilind dibe!

Serxwebûn mafê me ye!

Bijî Kurdistan!

 PAK-Ewrûpa (Partiya Azadîya Kurdistanê - Rêxistina Ewrûpa)

12.12.2016"

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye