Em dixwazin pêwendiya xwe bi kurdên Sûriyê re baş bikin

Numan Kurtulmuş ji Rûdawê re ragihand ku ti pirsgirêka wan bi kurdê Sûriyê re tune ye û ew dixwazin pêwendiyên xwe li gel kurdên Sûriyê jî weke pêwendiya xwe ya li gel kurdên Başûrê Kurdistanê baş bikin.

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku ew dixwazin pêwendiya xwe bi kurdên Sûriyê re baş bikin.

Civîna Encumena Wezîran ya Tirkiyê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê birêve çû û piştî civînê Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş daxuyanî da Rûdawê.

Numan Kurtulmuş ji Rûdawê re ragihand ku ti pirsgirêka wan bi kurdê Sûriyê re tune ye û ew dixwazin pêwendiyên xwe li gel kurdên Sûriyê jî weke pêwendiya xwe ya li gel kurdên Başûrê Kurdistanê baş bikin.

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê diyar kur ku ew li dijî wê yekê ne ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sûdê ji wê valahiya siyasî ya ku li bakurê Sûriyê çêbûye, wergire “bo alîkariya PKKê.”

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist