“Em dê koçberan li ‘Navçeya Aram’ bicih bikin”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku ew plan dikin koçberên Sûriyê li ‘Navçeya Aram’ bicih bikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku ew plan dikin koçberên Sûriyê li ‘Navçeya Aram’ bicih bikin.

 

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk, di civîna partiya xwe ya li parêzgeha Edenê de, derbarê ‘Navçeya Aram’ de axivî.

 

Çelîk aşkere kir ku ew plan dikin koçberên Sûriyê li ‘Navçeya Aram’ bicih bikin û got ku piştî avakirina navenda hevbeş a li gel hevalbendan û pêkanîna ‘Navçeya Aram’ planên vegera koçberên Sûriyê bo wê navçeyê dikin.

 

Herwiha Omer Çelîk derbarê biryara Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya bo encamdana konferanseke li ser rewşa Sûriyê jî got ku tenê CHP polîtîkayên partiya wî yên derbarê Sûriyê de rexne dike û rexne li helwesta CHPê girt.

 

Şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê roja 5ê vê mehê li Enqerê dest bi gotûbêjkirina ‘Navçeya Aram’ kiribûn û piştî 3 rojan herdu aliyan aşkere kiribûn wan li hev kiriye ku ‘navendeke hevbeş’ bo birêveberina ‘Navçeya Aram’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin.

 

Berî wê rêkeftinê Artêşa Tirkiyê hêzeke zêde li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kom kiribû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kiribû ku eger rêkeftin li gel Amerîkayê çênebe, ew dê bi tena sere operasyonekê encam bidin û ‘Navçeya Aram’ pêk bînin. Erdogan ragihandibû ku ew dê koçberên Sûriyê li wê deverê bicih bikin.

 

Yek ji xalên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê jî vegera koçberên Sûriyê ye, lêbelê heta niha di vê mijarê de zelaliyek nîn e.

 

Balyozê berê yê Amerîkayê Robert Ford jî duh beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser vê mijarê got ku ew ne di wê baweriyê de ku Amerîka hejmareke zêde ya koçberên Sûriyê bo wê devera ku weke ‘Navçeya Aram’ tê binavkirin, qebûl bike.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da