Eloy Alfaro: Divê rêz li mafên Kurdan were girtin

.

Balyozê Panamayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Eloy Alfaro ji Rûdawê re ragihand ku divê hemû kêmnetewe beşdarî paşeroja siyasî ya Sûriyeyê bibin.

Eloy Alfaro da zanîn ku ji bo kêmkirina aloziyan pêwîstî bi îradeyeke siyasî heye.

Li navenda Neteweyên Yekbûyî, Balyozê Panamayê Eloy Alfaro de Alba bersiv da pirsên Rûdawê yên derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê û aloziyên di navbera hikûmetê û Kurdan.

Eloy Alfaro de Alba diyar kir ku ew fêhm nake çima rewşa ku ber bi başbûnê ve diçû, ji nişka ve xera bûye û bang li hemû aliyan kir ku ji bo aramiyê hewl bidin.

"Divê beşdarî paşeroja siyasî bibin"

Balyozê Panamayê destnîşan kir ku divê rêz li hemû kêmneteweyan were girtin û wiha got:

"Me gelek caran di daxuyaniyên xwe de aniye ziman ku divê rêz li hemû kêmneteweyan were girtin û beşdarî paşeroja siyasî ya Sûriyeyê bibin, wekî her welatê din."

De Alba her wiha hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta Sûriyeyê gavên erênî biavêje û bi gavên biçûk bigihîje armancên mezin.

Rûdaw: Pirsa min derbarê Sûriyeyê ye. We behsa Sûriyeyê kir, nêrîna we li ser rewşa wê derê û wan aloziyên ku di navbera Kurd û hikûmetê de hene çi ye? Li gorî we ji bo aramkirina rewşê divê çi were kirin?

Eloy Alfaro de Alba: Bi nêrîna min, divê îradeyeke siyasî ji aliyê hemû aliyan ve hebe ji bo kêmkirina aloziyan. Bi rastî ez fêm nakim çima ew rewşa ku wisa diyar bû ber bi başbûnê ve diçe, ji nişka ve xirabtir bû.

Ez bawer dikim ku ev tenê bi wê ve girêdayî ye ku her kes hewlekê bide ji bo aramkirina rewşê û bi nêrîneke demdirêjtir li paşerojê binêre.

Rûdaw: Li gorî we divê hikûmeta Sûriyeyê çi bike, bi taybetî derbarê Kurdên ku di dîrokê de hatine çewisandin?

Eloy Alfaro de Alba: Bê guman, me gelek caran di daxuyaniyên xwe de aniye ziman ku divê rêz li hemû kêmneteweyan were girtin û beşdarî paşeroja siyasî ya Sûriyeyê bibin, wekî her welatê din. Ez piştrast im ku hikûmeta Sûriyeyê vê yekê fêm dike û ez hêvî dikim ku mebesta wan ew be ku ji bo wê beşdariyê kar bikin. Ji ber wê jî wekî hûn dizanin, ev tenê bi avêtina hinek gavên biçûk ve girêdayî ye ji bo gihîştina armanceke mezintir. Bê guman, gelekî spas.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Amerîka û 40 welatên din bo cîbicîkirina biryarên Şêwreya Ewlehî dijî rêjîma Îranê civiyan
Marco Robio daye zanîn ku ti kes nizane piştî Xamineyî, dê çi kesek bibe rêberê Îranê
Di maça Manchester City û Galatasarayê de Alaya Kurdistanê hat bilindkirin
Senatoya Amerîkayê ji bo parastina Kurdan projeyasayekê amade dike
Arasatê weşana Al Arabiye, Al Hadath û Al Jazeerayê rawestand