El-Quds El-Erebî: Deshilata Şamê û nûnerên Durziyan li Urdinê dicivin

.

Hate ragihandin ku amadekarî ji bo lidarxistina civînekê ji bo danûstandinan di navbera Hikûmeta veguhêz a Sûriyê û nûner û rûspiyên Siwêdayê de li Urdinê têne kirin.

Rojnameya El-Quds El-Erebî bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye, nûnerê taybet ê Amerîka bo Sûriyê Tomas Barrack pêwendiyan bi hemahengiyê dike li gel wezîrê derve yê Urdinê û hejmarek wezîrên derve yên Ereb û wezîrê derve yê Turkiyê, ji bo lidarxistina vê civînê.

Çavkaniyan daye zanîn ku wê ev civîn di dawiya hefteyê de were lidarxistin û piştgiriya navdewletî û herêmî ji bo serkeftina wê heye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hewl têne dayîn ku Şêx Hikmet El-Hecerî bi beşdarbûnê razî bibe, herwiha hejmarek rûspî ji malbatên xwecihî û serkirdeyên komên çekdar jî amade dibin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK