Ehmed Şera û Guterres li Şamê civiyan: NY piştgiriya Sûriyeyê dike

.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a li Şamê, pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de li ser hevkariya mirovî û avakirina welat gotûbêj hatin kirin.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), di hevdîtinê de Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Şeybanî û hejmarek rayedarên peywendîdar amade bûn. Di civînê de mijarên wekî xurtkirina hevkariya navbera Sûriye û Neteweyên Yekgirtî di warên mirovî û pêşvebirinê de hatin nirxandin.

Her du aliyan bal kişandin ser giringiya piştgirîkirina hewildanên ji bo "vegera pêşwext" û dubare avakirina welat. Her wiha, di hevdîtinê de hate tekez kirin ku divê rêz li serwerî, yekîtî û parastina axa Sûriyeyê were girtin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres liser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek belav kir û got: "Ez ji bo serdaneke piştgiriyê niha gihiştim Şamê. Peyama min zelal e: Neteweyên Yekgirtî di vê kêliya çarenûsî de li kêleka Sûriyeyê ye. Ez bang li civaka navdewletî dikim ku ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê hemû şiyanên xwe bi kar bînin."

Tê payîn ku Guterres di çarçoveya serdana xwe de bi nûnerên civaka sivîl û rêxistinên ku piştgiriya mafên jinan dikin re bicive. Herwiha, Guterres dê serdana baregeha Hêza Çavdêriya Veqetandinê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDOF) a li herêma Golanê bike. Ev hêz ji sala 1974’an ve li herêma tampon a navbera Sûriye û Îsraîlê bicîh bûye, da ku parastina agirbestê bike.

Kurdistan Haberleri

Dronên li asmanê Hewlêrê hatine şikandin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin
Li Bremenê ji bo mamosteyên Kurdî gaveke girîng tê avêtin
Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin
Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike
Konsulê Îranê: Berpirsên Kurdistanê bi zanayî serederî bi aloziyên navçeyê re dikin