Ehmed Şera: Peywendiyên me yên aborî û ewlehiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelekî baş in

.

Serokê Sûriyê li New Yorkê tekezî li ser têkiliyên bihêz ên navbera Şam û Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku piştî 100 salan mafên kurdan hatine misogerkirin. Şera herwiha aşkere kir ku ji bo yekxistina hêzên HSDê di nava artêşa Sûriyê de, ligel Hewlêrê di nav danûstandinan de ne. Da zanîn jî ku Sûriye ber bi komkirina hemû çekan di bin destê dewletê de û nemana hêzên leşkerî yên biyanî gavan diavêje, pirsgirêka sereke ya herêmê jî ji polîtîkayên şerxwaz ên Îsraîlê tê.

Li New Yorkê di paneleke peymangeha "Civata Atlantîkê" (Atlantic Council) de ku îro 23yê Îlona 2026an ji aliyê Brett McGurk ve dihat birêvebirin, Ehmed Şera bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê da û li ser peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê got: “Têkiliyeke me ya gelekî baş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye; bi taybetî di warê aborî û ewlehiyê de têkiliyên me pir bihêz in. Her wiha peywendiyeke me ya pir baş ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hemû berpirsên Hikûmeta Herêmê heye.»

Serokê Sûriyê bal kişand ser dîroka van têkiliyan û got: “Me ji destpêkê ve ev peywendî ava kirine, di paşerojê de jî dê berdewam bin û em ê wan hîn zêdetir pêş bixin.»

Li ser hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re ya ji bo çareserkirina aloziyên navxweyî yên Sûriyê jî, Ehmed Şera got: “Ji bo çareserkirina pirsên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çawaniya tevlîkirina wan hêzan di nava artêşa Sûriyê de, me ligel Herêma Kurdistanê danûstandinên berdewam kirine.”

Serokê Sûriyê tekez kir ku armanca gavên wan ew e xizmetkirina ji bo aştî û aramiyê ye û wan ji bo parastina berjewendiyên tevahiya xelkê Sûriyê çi ji dest bê, kiriye û dikin.

Ehmed Şera li ser dosyeya kurdî li Sûriyê û rêkeftina ligel aliyên kurdî got: “Beriya pêvajoya yekbûnê, me bi biryarnameyeke fermî mafên zimanî û çandî yên kurdan nas kirin; çimkî ev hem li ser milê me erk bû, hem jî mafekî wan ê bingehîn e. Piştî 100 salan, gelê kurd bi saya sebir û xweragiriya xwe gihişte mafên xwe û me li hev kir ku li navçeyên kurdî zimanê perwerdeyê kurdî be.”

Serokê Sûriyê herwiha diyar kir ku dê di birêvebirina welêt de hevkariyeke tam ligel kurdan hebe û rê nadin ti cudakariyê di navbera pêkhateyan de. Şera li ser vê mijarê anî ziman: “Xelkê Sûriyê di serdema rejîma berê de gelek êş kişand û rastî zilmê hat; loma niha em li ser ji nû ve dariştina yasayên bingehîn û jinûveavakirina hemû warên jiyanê kar dikin.”

Di tewereke din a panelê de, Şera bal kişand ser peywendiyên bi Îsraîlê re û dosyeya Bilindahiyên Golanê û ragihand: “Golan axa Sûriyê ye û bi dengê zêdetirî 137 dewletan li Neteweyên Yekgirtî hatiye naskirin; eger rêkeftin û rêkarên ewlehiyê biserkeftî bin, em dikarin behsa aştiyeke mayînde bikin.»

Şera aşkere kir jî, wan bi hevkariya welatên dost û di nav wan de Amerîkayê, çend gerên danûstandinan ligel Îsraîlê pêk anîne û got: “Di danûstandinan de em gihîştibûn nêzîkî ji sedî 90ê rêkeftinê, lê piştre Îsraîl ji ber çend sedeman bi paş ve vekişiya. Êrîş û dagirkeriyên Îsraîlê berdewam in, lê me rêya dîplomasiyê hilbijartiye û bi şertê rawestandina dagirkeriyan, em amade ne ji nû ve dest bi danûstandinên ligel Îsraîlê bikin.”

Derbarê rewşa ewlehiyê ya navxwe ya Sûriyê de, Ehmed Şera tekez kir ku hikûmeta wî hewl dide hemû çekan bixe bin kontrola dewletê û ragihand: “Em li Sûriyê mijûlî komkirina çekan di bin desthilata dewletê de ne û em bi ti rengî rê nadin hebûna ti hêzeke biyanî li ser axa Sûriyê.”

Serokê Sûriyê bal kişand ser têkiliyên welatê xwe yên bi Iraqê re jî, bi taybetî piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê ya li New Yorkê, û diyar kir ku Şam û Bexda bi hev re di danûstandinê de ne ji bo gotûbêjkirina pirsa hawirdekirin û hinardekirina petrolê û pêşxistina aboriya navbera her du welatan.

Ehmed Şera bal kişand ser pirsa hebûna hêzên biyanî li Sûriyê û ragihand: “Di qonaxeke diyarkirî de, hin welatan ji ber nîgeraniyên xwe yên li ser ewlehiya sînorên xwe destwerdan kirin; çimkî navçe ji ber şer û pevçûnan di nava agir de bû. Lê niha ew baregehên leşkerî yên ku li bakurê rojavayê Sûriyê hene, roj bi roj kêmtir dibin.”

Serokkomarê Sûriyê behsa çareseriya yasayî ya ji bo vê rewşê kir û got: “Niha em kar li ser wê yekê dikin ku statuyeke yasayî ji wan re diyar bikin; çimkî her hebûneke leşkerî ya biyanî, divê di çarçoveyeke yasayî de be û ji aliyê Meclisa Gel a Sûriyê ve deng li ser bê dayîn û bê erêkirin.»

Şera eşkere kir ku Sûriye ber bi qonaxa nemana hêzên biyanî ve gavan diavêje û got: “Bi ya min, dê di demeke gelekî nêzîk de, ti hewcedariya dewleta Sûriyê bi mayîna hêzên leşkerî yên biyanî nemîne. Em dikarin bi rêya peywendiyên dîplomatîk û rêzgirtina dualî ya ligel hemû welatên cîran û dostên Sûriyê, parastina ewlehiya welatê xwe bikin.”

Ehmed Şera behsa peywendiyên xwe yên bi Serokê Amerîkayê re kir û got: “Peywendiyeke min a gelekî taybet bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re heye û gava wî sizayên li ser Sûriyê rakirin, helwesteke dîrokî nîşan da. Lê carekê min li Koşka Spî serdana wî kir; dema wî behsa naskirina serweriya Îsraîlê ya li ser Bilindahiyên Golanê kir, min bi henekî jê re got: ‘Çima tu New Jerseyê nabexşî Îsraîliyan? Tu ne xwediyê Golanê yî ku wê bibexşî, lê New Jersey ya we bi xwe ye û tijî demokrat e ku dengê xwe nadin te; lewma eger tu wê bidî Îsraîlê dê gelekî baştir be!’»

Serokê Sûriyê tekez kir ku Golan axa xelkê wê ye û ne Serokê Sûriyê, ne Serokê Amerîkayê û ne jî ti kesekî din nikarin dest jê berdin.

Di bersiva pirsekê de derbarê tirs û nîgeraniyên civaka Îsraîlê yên piştî êrîşên 7ê Cotmehê, Ehmed Şera ragihand: “Ez têdigihin ka di 7ê Cotmehê de çi hat serê beşek ji xelkê bêguneh, lê nabe ku hemû siyaset tenê li ser bingeha yek bûyera dîrokî bên dariştin; çimkî di heman demê de divê em zanibin ka li Xezeyê çi qewimî; li wir zêdetirî 70 hezar kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn.”

Şera tekez kir: “Ne mentiqî ye ku Îsraîl bûyerên 7ê Cotmehê bike bingeha dariştina siyaseta xwe ya li hemberî Sûriyê; eger tu bixwazî ewlehiya xwe biparêzî, divê tu rêzê li ewlehiya xelkê din jî bigirî. Pêwîst e Îsraîl siyasetên xwe biguhere, çimkî bi afirandina aloziyan li derdora xwe, ewlehî ji bo wê pêk nayê û misoger nabe.”

Serokê Sûriyê behsa qebareya êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê xwe kir û got: “Îsraîl ev du sal in rojane me bombebaran dike û girtinên kêfî û bêserûber pêk tîne; heta artêşa Îsraîlê du caran Koşka Serokatiya Sûriyê bombebaran kir û firokeyên me yên sivîl û leşkerî kirin armanc. Gelo ev êrîş dê ewlehiyê ji bo welatiyên Îsraîlê bînin?”

Ehmed Şera her wiha tekez kir ku ti pirsgirêka Sûriyê bi civaka navneteweyî re nîne û anî ziman: “Peywendiyên me li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, welatên Kendavê, Iraq û Libnanê di lûtkeya serkeftinê de ne; lewma pirsgirêk ne di nava Sûriyê de ye, lê belê di Îsraîlê de ye.”

K24

Kurdistan Haberleri

Brett McGurk: Ehmed Şer soz da ku mafên Kurdan têkevin destûrê
Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir
Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin