Ehmed Şer ragihand ku pêvajoya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê temam bûye.
Ehmed Şer ev yek wekî "serkeftineke mezin" a ji bo aramiya Sûriyeyê bi nav kir.
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di hevpeyvîneke bi Ajansa Anadoluyê (AA) re de got:
"Ew komên şoreşger ên ku berê parçe parçe bûn, niha yekgirtî ne.
Pêvajoya tevlîkirina HSDyê bi dawî bû û ev ji bo paşeroja Sûriyeyê gaveke girîng e."
Ehmed Şer li ser rola Tirkiyeyê diyar kir ku Sûriye û Tirkiyeyê xwedî pêwendiyên dîrokî yên kûr in û anî ziman:
"Rizgarkirina Sûriyeyê ya ji rejîma kevn derfetek ji bo asayîkirina pêwendiyan afirand.
Tirkiyeyê 14 salan bi berdewamî piştgiriya şoreşa Sûriyeyê kir, di demekê de ku rejîma berê Sûriye ji cîhanê qut kiribû."
Sûriye dibe korîdora enerjiyê
Ehmed Şer diyar kir ku ew dixwazin welatê wan bibe rêyeke aram û alternatîf ji bo veguhastina enerjiyê li herêmê, bi taybetî ji bo veguhastina enerjiya welatên Kendavê ber bi Tirkiyeyê ve.
Wî her wiha eşkere kir ku li gorî peymaneke nû ya bi Bexdayê re, niha petrola Îraqê bi rêya benderên Sûriyeyê ber bi bazarên cîhanê ve tê hinartin.
Ehmed Şer di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên bi Îsraîlê re û got:
"Armanca me avakirin e lê Îsraîlê êrişên hovane li ser me kirin û beşeke ji axa me ku Girên Golanê ne, dagir kiriye."
Wî destnîşan kir ku Şamê ji bo rêlibergirtina berfirehbûna aloziyan dîplomasî hilbijartiye û pêbendî peymanên ewlehiyê ye lê mayîna Îsraîlê ya li nav axa Sûriyeyê pêvajoya dan û standinê zehmet kiriye.
Ehmed Şer niha ji bo beşdariya Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê li Tirkiyeyê ye û dê di çarçoveya forumê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.