Ehmed Şer: Bi Amerîkayê re serdemeke nû ya hevkariyê dest pê dike

.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, piştî hevdîtina xwe ya dîrokî ya Donald Trump re banga rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, jinûveavakirina welêt û xurtkirina hevkariya stratejîk a bi Amerîkayê re kir.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer piştî hevdîtinê ya li Koşka Spî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ji Washington Postê re axivî.

Ehmed Şer got, “Bi rêya polîtîkayên Birêz Trump, diyar dibe ku ew alîgirê aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye û ji bo rakirina temamî ya cezayan vekirî ye. Ji ber vê yekê ew di wî alî de hewl dide.”

“Rakirinên cezayan derfet e”

Şer rakirina cezayên aborî yên di çarçoveya Yasaya Qeyser de wekî astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya jinûveavakirina welatê xwe ya piştî şer bi nav kir.

Ehmed Şer got, “Rakirinên cezayan, ne tenê ji bo aboriya me, ji bo rûmeta gelê me jî pêwîst e.

Ev gav, ji bo ku Sûriye ji wêraniya bi dehên salan xilas bibe, derfetek e.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê heman rojê biryarnameyek weşand û cezayên li ser Sûriyeyê ji bo şeş mehan rawestand.

Şer ev biryar wekî “gava yekem a ku di aliyê rast de hatiye avêtin” nirxand.

Şer her wiha got, “Di hevdîtinên xwe de min dît ku gelek endamên Kongreyê piştgiriyê didin rakirina cezayan.

Ev nîşaneya nêzîkatiyeke guherî ya li Washingtonê ye.”

“Em dê axa xwe bistînin lê em beşdarî peymana asayîbûnê nabin”

Serokê Sûriyeyê tekez kir ku di dan û standinên nerasterast ên bi Îsraîlê re pêşaniya welatê wî yekparçeyiya axê ye.

Şer got, “Armanca me ya sereke ew e ku em axa Sûriyeyê ya ku ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve dagirkirî ye, bistînin.

Ji bo me mesele, parastina yekîtiya axa me û mayîndekirina aştiyê ye.”

Şer îhtimala beşdarbûna di Peymanên Abrahamê de ku Amerîka navbeynkariya wan dike red kir û got:

“Rewşa Sûriyeyê ji ya wan welatên ku beşdarî van peymanan bûne bi awayekî bingehîn cuda ye. Îsraîl ji sala 1967an ve dagirkirina axa me didomîne.”

Her wiha bi gotina, “Li cîhanê tekane welatê ku dikare reftarên Îsraîlê kontrol bike Amerîka ye” bal kişand ser rola dîplomatîk a Washingtonê.

“Sûriye dê bibe beşek ji mîmariya ewlehiya hevkar a bi Amerîkayê re”

Şer eşkere kir ku di hevdîtinên bi birêvebiriya Amerîkayê re de beşdarbûna hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî ketiye rojevê.

Serokê Sûriyeyê got, “Em dê di têkoşîna li dijî terorê de bibin beşek ji hewlên navneteweyî. Ewlehiya Sûriyeyê, ewlehiya herêmê ye.”

“Tenêtiya Sûriyeyê bi dawî bû”

Şer da zanîn ku welatê wî ji îzolasyona dîplomatîk a bi salan derketiye û wiha pê de çû:

“Êdî Sûriyeyeke nû heye. Em bi cîhanê re ne dijminatiyê, hevkarîtiyê dixwazin. Amerîka dikare di navenda vê hevkarîtiyê de be.”

Ehmed Şerê ku sala borî ji lîsteya cezayan a Neteweyên Yekbûyî hatibû derxistin, serkêşiya tevgera ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rejîma Beşar Esed rûxand, kiribû.

Şer wekî yekem Serokkomarê Sûriyeyê yê ji sala 1946an ve serdana Koşka Spî dike, derbasî dîrokê bû.

"Ji nû ve entegrasyona bi civaka navneteweyî re zehmet e lê pêkan e”

Şer tekezî li ser wê yekê kir ku lêçûna jinûveavakirina Sûriyeyê ya ku Banka Cîhanî 216 milyar dolar pêşbînî dike, “tenê bi hevkariya navneteweyî” dikare were dabînkirin û got:

“Pêşeroja Sûriyeyê ne di tenêtiyê de, di hevkariyê de ye. Eger em vê qonaxa dîrokî binirxînin, dê bextewarî û rûmet li gelê me vegere.”

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina Trump û Ehmed Şer daxuyaniyek belav kir
Serok Barzanî: Ez hêvîdar im ku encamên hilbijartinê Îraqê bixin ser rêya rast
AMED - Skeleya pirê hilweşiya û 4 karker mirin: ‘Xemsariyeke mezin heye’
Serokkomarê Îranê behsa tirsa xwe ya ji ‘şerê navxweyî’ kir
XURMATÛ- Hêzeke leşkerî ket navendeke dengdanê