Ehmed Hoşyar: Geştên asmanî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatin rawestandin

.

 Birêvebirê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand; geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatin rawestandin.

Birêvebirê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê herwesa ragihand; Ev ji 10 deqeyan zêdetir e ku li seranserê Iraqê geştên asmanî hatine rawestandin.

Îsraîlê îro êrîşên xwe yên asmanî li dijî Îranê dan destpêkirin. Çavkaniyên medyayê jî dibêjin ku, ew êrîş bi hevpariya Amerîkayê tên kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand: Me li serê sibeha îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) êrîşeke pêşwext li dijî Îranê da destpêkirin û me hejmareke êrîşên asmanî kir ser Tehrana paytexta wê.

Her çend rayedarên Waşintonê tu tiştek bi rengekê fermî li ser wan êrîşan ranegihandibe jî; lê medyaya Îsraîlê eşkere kiriye ku ew êrîş bi hevpariya Amerîkayê tên kirin.

Di eynî demê de, medyaya Îranê belav kiriye ku dengê teqînên nû li navenda Tehrana paytexta Îranê tê bihîstin û ji sibehê ve gelek cihên cuda cuda hatine bombebarankirin.

Kanala 12ê ya Îsraîlê jî ragihand ku, êrîşên asmanî li ser bi dehan cihên leşkerî yên Îranê hatine kirin. Her li gorî wê çavkaniyê, Îsraîlê asmanê xwe bi tevahî daxistiye û gelek şîrketên xetên asmanî geştên xwe ji bo Televîvê hilweşandine.

Hikûmeta Îsraîlê rewşa awarte li nav welatê xwe ragihandiye û dewama dibistan û navendên xwendinê rawestandiye. Ji ber vê rewşê, tevgera hatin û çûnê ya welatiyan li hin deverên Îsraîlê hatiye sînordarkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hêzên Pêşmergeyan dibin yek: Qonaxeke nû dest pê kir
Şer dest pê kir, Îsraîl êrişî Îranê dike
Çînê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin
Fermandarê CENTCOMê vebijêrkên êrişê danîn ber Trump
Îro salvegera 6emîn a koça dawî ya Seîd Yûsif e