Ehmed Hîlalî: Hêzên Sûriyeyê dê Qamişlo, Dêrik û tevahiya Hisîçayê belav bibin

.

 Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê yê Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ragihand ku hêzên Sûriyeyê yên ku derbasî Hisîçayê bûne dê li Qamişlo, Dêrik û tevahiya parêzgeha Hisîçayê belav bibin.

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê yê Sûriyeyê Ehmed Hîlalî li ser hatina hêzên nû yên parastinê û pirsgirêka elektrîkê ya li herêmê, pirsên Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê bersivandin.

Ehmed Hîlalî derbarê mijarên ewlehiyê de diyar kir ku hêzên ku nû derbasî Hisîçayê bûne, di bin sîwana Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê de tevdigerin û ev yeke ne rûdaneke nû ye lê zêdekirineke pêwîst e.

"Pêdiviya parêzgehê bi hêzeke zêdetir heye"

Ehmed Hîlalî li ser "Hêza ku derbasî Hisîçayê bû kî ye û dê li kû derê belav bibe? Gelo dê ev hêz derbasî Qamişloyê jî bibe?" wiha got:

"Hisîça, wekî hemû parêzgehên Sûriyeyê tevdigerin. Ew hêza ku derbasî nav herêmê bûye, em wekî hêzeke girêdayî Wezareta Navxweyî û ewlehiyê dibînin.

Beşek ji wan endamên Asayîşê bûn ku berê jî tevlî dewletê bibûn.

Lê tiştekî nû tune ye, tenê pêdiviya parêzgehê bi hêzeke zêdetir heye.

Ev hêz bi wesayît û çekên xwe daketin qadan û dê li Qamişlo, Dêrik û tevahiya parêzgehê belav bibin."

"Em dê pirsgirêka elektrîkê jî çareser bikin"

Ehmed Hîlalî li ser pirsa derbarê pirsgirêka kehrebeyê de "Rewşa elektrîkê ya li Hisîçayê ku niha bi tevahî qut e, dê çawa bibe?" wiha axivî:

"Beriya niha rewşa kehrebeyê nebaş bû û saziya kehrebeyê jî ne serbixwe bû.

Lê bi destwerdana nû re, rewş dê gelekî çêtir bibe û pirsgirêka kehrebeyê dê di demeke nêzîk de were çareserkirin."

Kurdistan Haberleri

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derbasî Hisîçayê bûn
Li Sûriyeyê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene
Mistefa Hicrî: Em di Îrana nû de navendîparêziyê qebûl nakin
Yekîtiya Ewrûpayê dê hevkariya Amerîka bike bo zêdekirina givaş li ser Îranê
Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin