EFRÎN - Ji ber kêfxweşiya serkeftina Holendayê 6 kes hatin desteserkirin

.

 Li parêzgeha Efrînê ji ber kêfxweşiya serkeftina tîma Holendayê ya li hemberî Tirkiyeyê 6 kes hatin desteserkirin.

Rêxistina Belgekirina Mafên Mirovan a Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku navenda wê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye li ser desteserkirina 6 şêniyên Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de rêxistinê diyar kir ku hêzên Îstîbarata Tirkiyeyê ji ber kêfxweşbûna serkeftina tîma Holendayê ya li hemberî tîma Tirkiyeyê 6 kes desteser kirine.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên Îstîxbarata Tirkiyeyê li navenda bajarê Efrînê bi ser qahweyekê de girtiye û 4 welatiyên ku ji ber serkeftina Holendayê kêfxweşiya xwe anîye ziman desteser kirine.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku 2 welatiyên din jî ji ber parvekirinên xwe yên Facebookê ji aliyê Îstîxbarata Tirkiyeyê hatine desteserkirin.

Doh li Almanyayê di çarçoveya EURO 2024ê de maça Holenda û Tirkiyeyê hebû.

Holenda bi 2 golan bi ser ketibû û dawî li xewnên Tirkiyeyê yên şampiyonaya EURO 2024ê anî bû.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand