Di çarçewa şidandina danûstiandina ewlehî bi xelkê Efrînê re, di siya pêvajoya dagîrkeriya Turkiyê de, Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am li Herêma Efrînê dest bi serjimartineke nişteciyî kir, û destpêkê li herdu Navçeyên “Şera û Reco”, li gorî daxuyanên mîna lêkolînên ewletî, yanê hûrguliyên daxuyanên kesayetî yên endamên her malbatekê, herêmên ku lê dimîn û ciyên jê vegerîne, karên wan û nimreyên telîfonên yên ji wan li wir û tiştine din.
Lê bi taybetiya werza zeytûna, tiştên pêk tên tekez kirin ku hejmarek ji nivîsgehên abortiyê yên milîseyên berê çalak in û hîna nehatine helandin, û bi rolên xwe di talan û dizînê de dilîzin, û piraniya endamên wan tevî dûvçilkê xwe derketin meydanê, bê ku rêvebiriya Herêma Efrînê wan lîwan bike, û bê ku El’emin El’am bi rola ku jê tê xwestin rabe, nemaze di sekinandina dizînan û qedexekirina destdanîna ser malmewdanan de, yên ku berê jî rolinîvro dibûn û hîna jî berdewam in; Di heman dema ku divabû xelkê herêmê bê berdan ku bi rengekî normal malmewdanên xwe hilînin û dînin, mîna ji berî dagîrkeriyê li Avdara 2018an. Z, û hilanîna destê bermaya milîseyan bi rengekî kok ji ser malmewdanan, û tucarî destlat ji bilî çareserkirina hevrikiyan destêwerdanê di rêvebirina malmewdanên taybet de neke.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Tewanên kuştinê:
Ji ber çirûkiya rewşa ewlehiyê li herêmê, û geregoşiya hilgirtina çekan û bikaranîna wê, di navboriya kurtedemekê de tewanin kuştin hatin kirin, û amûrên ewlehiyê nikanîn -ji bilî yekî tenê- kujer bigirtana, û tewan jî ev in:
– Li roja Çarşemê 05.011.2025an. Z, li dor kat şeşê êvarî, Hemwelatî “Şukrî Ehmed Oso /70/sal” ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – Başûrê Bajarê Efrînê tûşî qurşînan bû, li dema ajotina wî ji tirektora xwe ya çandiniyê û vegera wî bo mala xwe li gund, piştî derketina wî ji guvêşgeheke zeytûna ye nêzîk Gundê “Firêriyê” yê hevcîwar, di cî de mir, û kujer reviya, bi behaneya tolhildanê ji kurê xwe yê ku berî çardeha salan hatiye kuştin, piştî nakokiyekê di navbera wî û kurekî “Ṣukrî Oso” de, û divê were zanîn ku kujer ji Malbata Îse – Êla Umêrat e, û berê gelek pêşxerî ji bo lihevhatina herdu aliyan hatibûn kirin û Malbata “Oso” jî tim jê re amede bû.
– Li dor kat heştê êvara Pêncşemê 06.11.2025an. Z, Hemwelatî “Mihemed Îdo Ehmed Derwîş /57/sal” ji xelkê Gundê “Bircebdalo” – Şêrwa ji aliyê du çekdarên serçavgirtî ve tûşî avêtineke qurşîna bi awakî yekser hat, ew di cî de mir, kujer reviyan, terma wî ji aliyê cîrana ve bo nexweşxana leşkerî ya Efrînê hate guhestin, û piştî çend katan bo mala wî li gund hate vegerandin. Ew bûyer piştî hewildana derketina wî ji çadirê xwe -yê ku tevî hevjîna xwe li nav zeviyeke xwe ye keskahiyê tê de rûdinicht, û zevî bi ava bîreke bi taqeta êliktroroniyê dixebitî dihate avdan- çêbû, piştî bihîstina dengê çekdaran.
– Li êvara Şemiyê 08.11.2025an. Z, Hemwelatî “Mistefa Mihemed Îso yê ku bi (Îskê) tê naskirin” ji xelkê Gundê “Qermîtliq” – Navça şiyê, û tevî malbata xwe li Bajarê Cindirêsê rûniştî, tûşî piroseyeke kuştinê û veşartina termê bû; Ew bi pêlan ji aliyê kujer “Hemîd Mihemed Kêlo” ji xelkê Gundê “Senarê” – N. Şiyê ve, bo zeviyeke wî ye zeytûna ye li rex gundê kujer hate anîndin, bi fîşekê ji çekek awê hate kuştin, û divê bê zanîn ku kujer soz dabûyê ku wê dênê wî (dora 80 hezar Dolar Emrîkî) wê rojê bidiyê. Û tewan hate aṣkerekirin piştî ku kujer telîfon hevjîna dilovanber kir, û daxwaza radestkirina belgeyên/senedên dên kir, û ew jî li gorî lêkolînên Asayêşa Giştî /El’emin El’am û bînerdayînên xelkê “Senarê” û derdorê.
– Li dora kat şeşê sibeha Çarşemê 12.11.2025an. Z, Anînde “Hesan Mihemed El’efaş /60/sal” ê ji gundewarê Parêzgeha “Dêrezorê” li pêş mala ku ji sala 2018an. Z ve dest daniye ser, li ser riya Turindê/ Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, di serî de tûşî qurṣînekê hat, di encamê de mir; Termê wî du caran -pîştî nîvro û êvara heman rojê- li nav Bajarê Efrînê hate gerandin, û qurşîn bi jor ve hatin avêtin, û qurşîn li hin malan ketin, û di nav re jî silogan li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk û Partiya Karkirên Kurdistanê PKK hatin avêtin.
Bi bîr tê jî ku “El’efaş” di hin vîdiyoyên belavbûyî de, û di nav hin alîgirên xwe de li Bajarê Efrînê derket. Di yekê de pirotestokirina xwe li ser daxwazên Hikometa Turkiyê yên ji bo vegerandina têkeliyan bi Rijîma Sûriyê ya berê, û herweha vekirina derbasgehan bi herêmên ku ji beriya roxandina wê di bin desteseriya wê de, dide xuyakirin, û weha jî di du perçevîdiyoyên din de li êvara 29.10.2025an. Z weha hate xuyan: Çek di dest de, fîşekan bi jor ve davêje, silogana “Elah û Ekber” hildide, û sixêf û gefan ji “Filolên Elewî, Gawirên Kurd ên xenzîr û bûyecî, Durziyên ku îbadetê ji ademîzadan re dikin” dibêje, li dû ragîhandina Wezareta Berevaniya Sûrî bi “kuştina du endamên wê li derdora Benda Tişrînê – Rojhilatê Heleb bi avêjtokeke kontirolkirî ji aliyê Hêzên Sûriye Demokrat ve” di heman rojê de, lê “QSD/HSD” jî gotibû ku wê ew cih armanc nekiriye û tekez kiribû ku herdu endam bi teqîna bombeyeke zemînî hatine kuştin.
– Hejmarek jêderine ragîhandinî nûçeya kuştina Hemwelatî “Îbrahîm Ehmed Yasîn” û birîndarkirina hevjîna wî “Menal Mehmûd” bi kûranî, belavkirin, piştî basmîşkirina mala wan li Gundê “Meryemînê” yê girêdayî Navça Şera, li berbanga Pêncşemê 13.11.2025an. Z, ji aliyê çekdarin diz ve, bi mebesta dizînê, lê piştî tewankirinê reviyan.
= Dijayetiya sivîlina:
Li berbanga roja Şemiyê 18.10.2025an. Z, giropeke çekdar dijatiya herdu hemwelatiyan “Yûsêf Hemîd Yûsêf /54/sal, Mihemed Îbiş Şe’ibo /17/sal” ji xelkê Bajaroka Mabeta kir, li wan da û girêdan û sixêf ji wan re dan, li dema parêzvaniya wan ji keriyek pêz re, li Cîgeha “Gilgil – Zirafkê”, paşê /23/seriyên pêz bi pîkabekê dizîn, û ji cîgehê çûn.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li êvara Yekşemê 19.10.2025an. Z, çar kes ji anîndeyan ji bo dizînê ketin zeviyeke zeytûna li nêzîk Gundê “Anqelê” – N. Şiyê, lê xwediyê zeviyê “Hisên Mistefa Xilo” li hember wan sekinî û ji bo berevaniyê di ber xwe de, fîşek bi aliyê wan ve avêtin, di encamê de yek ji wan birîndar bû, û El’emin El’am rabû “Xilo” û kurê wî yê negîhayî “Mistefa” girtin, û piştî du rojan kurik berda, û bav jî piştî çar rojan.
– Li 02.11.2025an. Z, çekdarin serçavgirtî rabûn qurşin bi aliyê Hemwelatî “Casêm Şihadê /45/sal” (ji pêkahateya Ereb û ji xelkê Gundê “Nisriyê” – Navça Cindirêsê) ve avêtin, li dema ku li nêzîk Gundê “Axcelê” yê hevcîwar, bi matora xwe ya duloqî di riyeke axî re derbas dibû, û di encamê de hin qurṣî li lingê wî û matora wî ketin.
– Li êvara 13.11.2025an. Z, pevçûneke mezin di navbera du malbatên anînde de, li Kolana Reco – Bajarê Efrînê derket, û qurşîn tewşankî hatin avêtin, û rûdaneke/rewşeke ji tirsê di nav sivîlan de peyda bû.
= Werza zeytûna:
Bi sedema zuhabûnê bi asteke mezim di navboriya îsal de, şûnketina xizmetguzariya çandiniyê, û destdanîna li ser bi milyonan darên zeytûnê bi rengekî yekser an ne yekser ji aliyê serkêşên milîseyan ve, û qutkirina bêwijdan di navboriya dora heyşt salan ji dagîrkeriya Turkiyê, berhemdana werza îsal daket kêmtirî rubekî ji berhemdana salane ya ji berî dagîrkeriyê. Bi ser wê ve, bermaya milîseyan bi hemî şêweyan ji talan û dizîna xwe neman, nemaze jî bikaranîna bandora xwe di herçar komîtên abortiyê yên şaxeyî yên ku rêvebiriya Herêma Efrînê çêkirine, û yên rêbazeke bîrokratî ye dirêj ji bo vegerandina malmewdanên hemwelatiyên vegerîne bi kar anîne, xwestina daxwazên zehmet (belgeyên çespandina malmewdaniyê, sînorkirina weresetê û hin tiştên din), û biryardana standina nîvê berhema zeviyên kesên ne li wir û rêdank dane dest hin ji wir, vê rewşê derfetek ji dizînan re vekir, dizînên ku bi riya çêkirina şedeyên karkirên berefkirinê bi hejmarek mezin ji zeviyên hemwelatiyên li wir û hin din ên ne li wir re bi tevahî hatine kirin, an bi standina yekser ji berhema hazir hatiye çinîn, an bi ferzkirina vêrgiyan, an jî bi filtanadina jin û keçan li nav zeviyên zeytûna bi behaneya efarê, û bê ku El’emin El’am tiştekî bike û bilivîne.
Ev jî hin nimûne ne ji talankirin û dizînê:
– Rêvebirê El’emin El’am li Navça Şiyê, bi rêbertiya du kesên hevkar vê re, li ser guvêşgeheke zeytûna /4-5/ teneke zêtê zeytûna (her yek 16 KG sade) bi behaneya zekatê ferz kir, û were zanîn jî ku hejmara guvêşgehan li navçê bêtirî bîstan e, yanê hejmara tenekên zêtê dighêje dora /100/ tenekî.
– Li Gundê “Avrazê” – N. Mabeta, /30/darî zeytûnê yên “Emîn Dawod”, û li G. “Gobekê” yê hevcîwar jî /50/dar ên “Yihye Mistefa” di şevekê de.
– Bi dehan anîndeyên ku demkî di Hola “Silêman” de -piştî çateriya Mabeta- rûniştine, û berê jî bi Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” re alîkar, rabûn û ta niha dizînin fere ji zeviyên Deşta Ziravkê û Kitixê kirin.
– Di denge vidiyoke wênekirî û belavkirî de, li 16.10.2025an. Z, hejmarek ji jin û keçan zeytûn ji zeviyeke li nêzîk Gundê “Turindê” – Başûrê Bajarê Efrînê didizîn, û kevir jî davêtin xwediyê zeviyê “Ehmed Ebdalo” û hevjîna wî, yên ku ji daxwaza derketinê dikirin.
– Li Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta, /250/darî zeytûnê yên “Ehmed Sefer Sîdo”.
– Li herdu Gundên “Zerka, Çobana” – N. Reco, “Ebo Diyab, Ebo Beşar” ji nivîsgeha abortiya Milîseya “Feyleq El’mecid” a berê rabûn berhemdana dora hezar darî talan kirin, jê: /100/ dar ên “Hesen Eslan Moskolo” ne, /70/ên “Necim El’dîn Ehmed” in, û /70/jî yên “Kemal Ehmed” in.
– /350/ dar ên xelkê Gundê “Śingêlê” li nêzîk Gundên Meydana – N. Reco.
– Li Gundê “Qude” -N. Reco, serkêşên Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên berê vegerîn, û hemwelatiyên vegerîne û yên ne li wir ku zeviyên xwe yên ku ji sala 2018an. Z ve dest danîne ser beref bikin, û rabûn talan kirin, jê: /200/dar ên “Osman Heyder Qembûr” in.
– Li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê, nûnerê komîta abortiyê dest danî ser werza dora/650/darî yên “Bekir Xelîl Ukaş, Qedîre – jinebiya Dilovanber Mihemed Henan, malbata Dilovanber Behrî Tahêr Umer”, bi ser ku wan lêvegera wê li Reco kiribû. Û weha jî /60/dar ên “Sebrî Mistefa” ji xelkê Gundê “Xelîlaka” yê hevcîwar.
– Li Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê, “Mehmûd Hemşo, Ebid El’hefîz Berekat” – ji serkêşên Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên berê vegerîn, û werza zeviyên hin welatiyan talan kirin, nemaze jî yên ne li wir, jê:(/800/KG ê “Henan Cano”, /1000/KG ê “Welat Ismet Şêxo”, /100/dar ên “Ebdîn Horo”). Û ew jî bi stubariyek fermî ji komîta abortiyê û şedak mezin ji karkiran.
– Li Gundê “Etmana” – N.Reco, bermaya Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên berê werza zeviyên hin hemwelatiyan talan kirin, jê: (/100/dar ên “Emîn Reşîd”, /200/dar jî yên “Malbata Dilovanber Bîlal Bîlal”).
– Li Gundê”Kotana” – N. Bilbilê, giropin diz ji anîndeyan werza hin zeviyan dizîn, jê: (/50/dar ên “Mistefa Ehmed Me’imûş”, /60/dar jî yên “Mihemed Îse Me’imûş”).
– “Heyder Be’ac” – serkêşekî Milîseyên “Firqeya Nehan”- Hemwelatî “Ehmed Sîdo Elî” ji xelkê Gundê “Çê” – N. Reco qedexe kir ku werza /100/darî yên xwe û li nêzîk Gundê “Dîkê” yê hevcîwar biçine, bi behaneya ku berê ji aliyê abortiya “Firqê” ve demanekirî ye, yanê werza wê hatiye firotan.
– Li Gundê “Se’irîncekê” – N. Şera, /300/dar ên “Faroq Hisên”, bi ser wergirtina wî ji erêkirina berefkirinê û radestbûna zeviyê re, ji komîta abortiyê.
– Li Gundên “Bêlê, Qizilbaşa, Dêrwîş, Alciya, Diraqliya, Su’iriya, Zêtûnakê, Omersimo, Heftêr, Şêxorzê, Ebûdanê” – Navçeyên Şera û Bilbilê, bermaya Milîseyên “Firqit El’hemzat, Ceyş El’nuxbe”, bi naskirina komîta abortiyê, şedeyên mezin ji karkiran çêkirin, û werzên bi dehan zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên vegerîne û ne li wir talan kirin, bi ser ku xwediyan belgeyên mêlagkirina malmewdaniyê pêşkêş kirin û li benda erêkirinên komîtê bûn; Ji wan zeviyan: (hezar dar ên “Fayêq Ehmed Şêx Îsma’îl Zade” ne, /200/dar jî yên malbata Dilovanber “Enwer Mihemed Şêx Îsma’îl Zade” ne, li Gundê Zêtûnakê).
Û Hemwelatî “Nîhad Midewer Umer” ji xelkê Gundê “Bêlê” – N. Bibilê da xuyakirin, ku “Ebo Bekrî û Ebo Xalêd” – ji nivîsgeha abortiyê ya Milîseyên “Ceyş El’nuxbe”, rabûn (/250/ çiwal = 22 ton zeytûn) ji /900/darî wî yên li nêzîk Gundê “Dêrwîş” ê hevcîwar talan kirin û bi zorê birin, bi ser ku wî kaxezên xwe pêşkêşî komîta abortiyê li Reco kiribûn, û ew li benda erêkirina berefkirinê bû, û piştî dizînê wî giliyek li dijî wan pêşkêṣî rêvebiriya N. Şera û komîta abortiyê li Efrînê kir, lê bêsûde bû.
– Li Gundê “Şêxbila” – N. Reco, bermaya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” rabûn dora /150/çiwal = 13.5 ton zeytûn/ berhemdana (/300/dar ên “Malbata Cemal El’dîn Reşîd Teke”, /300/dar ên “Malbata Mehmûd Ehmed Hebo”, û /150/dar jî yên “Mistefa Ehmed Hebo”), di heman dema ku xwedî li benda erêkirinên komîta abortiyê bûn.
= Binpêkirinên din:
– Di perçevidiyoyên denganî û ji keyayê Gundê “Beradê” – Şêrewa re hatibûn şandin, bi navê nivîsgeha abortiyê li Gundê “Maratê” ya Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên berê, û ew li ser rûpelên hevgihandina civakî belavkirî ne, axêfer ji xelkê gund ên îsal vegerîne û wekîlên hemwelatiyên ne li gund dixwaze ku erdê xwe nejon û neçînin, ji ber ku girêbestên kirêkirinê yan demanekirina wan erdan ji hinên din re, vê carê bi navê “dewleta nû” hatine nûkirin, û yê dixwaze malmewdanên xwe vegerîne, divê li abortiyê vegere û belgeyên çespandinê yên fermî bi xwe re wînê.
– Li Gundê “Kêla” – N. Bilbilê, li şeva 10.11.2025an. Z, giropeke çekdar mala parêzer “Menan Bêrem” (yê ku tevî malbata xwe ne li wir) basmîş kir, deriyê derve yê mezin, derî û pencerên malê, oda mîvana û şaşê tilvizyonê û hin tiştên din vekirin û bi makînak bara barkirin û dizîn.
Talankirina malmewdanên xelkê Efrînê û destdanîna ser malên wan, berdewamkirina binpêkirinan di dermafê wan de, û avêtina gotara kîn û kîndariyê û hurhutandinê li dijî wan, faktor û delametên hikardar û hevojkar in li ser çêkirina fîtnê di navêna Kurd û Ereban de, û metirsîdariyê li ser Aştî û aramiyê çêdikin.
15.11.2025. Z – 2637. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Hemwelatî “Nîhad Midewer Umer” di perçevîdiyokê de, bi çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho” re, li ser dizîna zeytûna daxive/dengdike.
————————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: