Efrîn di bin dagîrkeriyê de (329)

Dijatî li ser sivîlina, girtinine tewşankî, dizînin û berdewamiya destdanîna li ser malmewdanên taybet, pevçûnek û hevavêtina qurşînan

Li vê dawiyê hejmarek ji navendên ewlehiyê yên Turkiyê li Efrînê hatin valakirin û amûr û alavên wan hatin jihevekirin, û bê ku çarenûsa dawiyê ya desteseriya rasteqîn a ewlehiyê û leşkeriyê ya Turkiyê were diyarkirin, di heman dema ku hîna Ala Turkiyê li ser hejmarek avahiyên fermî hildayî ye, û hîna jî bargehên leşkerî li gundên “Cilbirê, Kefercenê, Derwîş û hin din” weke xwe ne, bi ser de jî hebûna bermayên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û jimarek ji biryargeh û bargehên wan ên leşkerî, yên ku pişta xwe di karanîna binpêkirinan û berdewamkirina destdanîna ser pir malmewdan û erdên xelkê de, bi Istîxbaratên Turkiyê mekin dikin.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiya li ser sivîlina:

– Ji berî nîvşeva Înê 12.09.2025an. Z, çekdarina di teksiyekê de Hemwelatî “Ehmed Zekî Menan /40/sal” ji xelkê Gundê “Miskê Jorin” li ser riya Sindiyankê – Bajarê Cindirêsê Sekinandin, bi zorê ji pîkaba wî ya bi şênberên xwarinê dagirtî daxistin,  paçek danîn ser devê wî, û ji ber wê bibîrve çû, ta ku li cihekî din -dora /1/ KM ji cihê berê dûr- bi xwe hesiya, ku ji hal ketiye û şopên lêxistinê û derizandinê li ser govde hene, û çekdaran hemî şênberên xwarinê, /800/Dolar û xilyewî jê dizîne, û jêdereke taybet diyar kir, ku bûyerên şelandinê li ser wê riyê dubare dibin.

– Li nîvê şeva borî, li nêzîk çateriya Gundê “Ce’inika” ya kavilbûyî, li ser riya Reco – Meydana, giropeke ji pênc çekdaran li ser du matorên duloqî, ji gund derketin û mikrobasek hilgêran sekinandin, ajovanê wê Hemwelatî “Henan Heşko /63/sal” -keyayê Gundê “Kerê/Şêxmehmedlî – Meydana”- û heyşt hilgêr ji Malbata “Micened” – Gundê “Edema” jê daxistin, û rabûn li hemiyan xistin û şormorên kêm ji wan re kirin, pencerên mikro şikandin, teker dirandin û ajovan birîndar kirin, û herweha jî tiştên bi wan re (dora/80/giram zêr ji bazing û guharan ta ji guhên zarokan jî, /1700/Dolar û heft xilyewî) dizîn, ew di rewşeke tirsê de hîştin, û paşê jî reviyan.

Were bîranîn jî ku “Henan Heşko” hilgêran di navbera Efrînê û Heleb de dide guhestin, û di şeva borî de ew malbata ku ji Turkiyê vedigeriya gundê xwe diguhest; Û berê jî weke vê carê piroseyeke dizînê li heman cihî li 22.07.2025an. Z çêbûye, bê ku amûra “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” kanibe hûrgiliyên tewanê aşkere bike û yên kirine bigire.

= Girtinin tewşankî:

– Li sibeha Sêşemê 02.09.2025an. Z, li beşdarbûna rêweresma binaxkirina dilovanber “Niyazî Gedro” ji Malbata “Hecî Seydî” li Bajaroka Kefersefrê – Navça Cindirêsê, giropeke Asayêşa Giştî hemwelatî “Idrîs Xelîl Gedro /42/sal û birayê wî Reşîd /41/sal” girtin, û yê sisiyê “Mihemed Hisên Gedro” jî kanîbû bireviya, û bê zanîn jî ku hersê ji Taxa Şêx Meqsûd – Bajarê Heleb hatibûn pişikdariyê di sersaxkirina merivê xwe de bikin; Û girtin jî bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser bû, û girtî piştî du rojan hatin berdan.

Û piştî girtinê malbatê encûmena sersaxiyê ya ku dê li ser giyana dilovaberê xwe lidarbixistana baykot kirin.

– Li 03.09.2025an. Z, Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am Hemwelatî “Botan Qaziqlî Hesen /35/sal – Malbata Husik” ji xelkê Gundê “Yalanqozê” – Cindirêsê girt, piştî vegera wî tevî malbata wî ji Turkiyê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

– Li 05.09.2025an. Z, Amûra Asayêşa Giştî Hemwelatî “Hesen Ibrahîm Cilo /26/sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” – Navça Mabeta girt, piştî ku ji ciyê penaberiya sala 2018an. Z ve gihîşte gundê xwe, digel birina telîfonên ên jê ve nêzîk, bê diyarkirina sedeman, û ta niha li navenda navçê bêsûcane girtî ye.

= Dizîn:

– Li Roja Çarşemê li ser nîvro 03.09.2025an. Z, li dema seredana xort “Reşîd Merwan Beko /25/sal” ji mala merivekî xwe re, li Başûrî Bajarê Cindirêsê, li ser riya Gundê “Mehmediyê”, du çekdaran matora wî ya dutekerî ya nûjen ji pêş malê dizîn, û dema hemwelatiyekî ku wê hîngê li wir bû li pêşiya wan sekinî, wan çek kişandinê û reviyan.

= Komîta abortiyê:

Komîta abortiyê ya ku ji aliyê rêvebirê herêmê ve ji çend heyvan ve hatibû çêkirin, û şaxên wê li navçan dest bi wergirtina giliyên hemwelatiyan kirin, da ku malmewdanên wan ên ji aliyê çekdar û sivîlên anînde ve destserkirî ji wan re vegerînin, lê:

– Hîn jimarek ji serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” dest danîne ser dehezaran darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir, ên ku nikanin bi riya yên ji ber wan radikin û dîdinin an merivên xwe vegerînin, û hin din jî vêrgiyan distînin da ku rêdanê bidin berefkirina werza îsal a zeytûna.

– Hin berpirsiyarên nivîsgehên abortiyê yên milîseyan -hin ji wan bûne endamên komîteyên abortiyê yên nû jî- serbest li herêmê dilivin û xelkê aciz dikin, taybet jî yên ku piştî 08.12.2024an vegerîne, û bi riya keyan daxwaza berzkirina belgeyên malmewdanên ku bidestxistine dikin, û hişyariyê didin hinekan ku werza zeytûna îsal beref nekin, bi behaneya ku wan berê ji milîseyan demane kirine, û bi erêkirina Şalyariya Berevaniyê ya niha.

– Nepeydabûna belgeyên malmewdaniya hemî malmewdanan, hinek wendayî û hin din jî li ba doseya malmewdaniyê/”el’sicil el’eqarî” herfandî ne, û piraniya malmewdanan hîne bo xwediyên wan ên nû ji mîrasnêr an ên kirîne li gor girêbestên navgînî nehatine guhestin, û pir mal û milk li ba dewletê ne tomarkirî ne, û çetinî jî di rêxistinkirina wekaletên yasayî de heye, ji aliyê yên derbiderkirî ve heye.

– Piraniya yên ku dest danîne ser malmewdanan, li beramberî ku radestî xwediyan bikin, vêrgiyan ji wan dixwazin. Ji ber wê jî ew hemwelatî neçar dibin ku wan razî bikin, û li ba aliyên pêwendîdar gilî nekin, da ku ziyanên zêdetir bi wan nebe yan jî ji tirsa dijatiyekê re.

– Piraniya yên ku malan vala dikin, wan ji hemî tiştên tê de, derî û penceran û ta şirîtên elektirîkê rût dikin.

– Hebûna Bîrokratiya di karûbarên komîteya abortiyê û li ba dozgeran di pir rewşan de, dema vegerandina malan û tiştên din dirêj dike; Û eger yê dest daniye ser tiştekî çekdar be û xwedî têkelî be jî, ew razî nabe biryaran cîbecî bike.

Li dema ku rêvebirê herêmê xelk şiyar kir ku tu tibab diravî beramberî radestbûna malmewdanan nedin, û herweha jî destdirêjî û binpêkirinên çêdibin destlatan pê bidin agahdarkirin, divê biryar û şîretên fermî ji bermayên milîs û anîndeyên ku dest danîne ser malmewdanan re bêne derxistin, ji bo destjêberdanê yan radestkirina wan bo xwediyan, û yên pê pabend nebin, divê ew beramberî lêpirsîneke zagonî bibin, û herweha ji bo çareserkirina nakokî û hevrikiyan destêwerdan jî were kirin; Ne ku malmewdan ji destdanînekê bo destdanîneke din li ba komîta abortiyê werin guheztin, û çespandina malmewdaniyê û  pêngavêtinên dirêj li ser xwediyan bên ferzkirin. Û dibe malmewdan radestî yên bi têkildariya Rêvebiriya Xweser an Hêzên Sûriya Demokrat tewanbarkirî yan jî yên ku nikanin rêdankeke fermî bidin yekî nebin.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li êvara Yekşemê 24.08.2025an. Z, piştî derbasbûna bêtirî dused makîneyên çek û endamên Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am dagirtî Bajaroka Şiyê, di navêna wan û Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” (a ku “Mihemed El’casêm” – ê ku bûye sertip/Emîd û pêşengê Firqeya/25/an li ba Şalyariya Berevaniyê di Hikometa Şamê ya niha de – serkêşiya wê dike) fîşek/qurşîn hatin avêtin, û di nav rewşeke tirsê de çend katan dirêj kir, û girseya ziyanan di navbera herdu aliyan de, di siya bêdengiyeke ragihandinî de nehat naskirin, û li paşê jî karwanên El’emin El’am ji bajarokê vekşîn, û biryargeh û bargehên Firqê bi rêbertiya herdu birayên Mihemed El’casêm “Sêf û Ebo Sirac” weke xwe man.

– Li êvara Pêncşemê 04.09.2025an. Z, li Gundê “Coqê” yê girêdayî navça Navenda Efrînê, pevçûnek di navbera du aliyên anîndeyan yên bi ser Milîseya “Firqit El’hemzat” -ya ku gund desteser dikir- de derket, di rewşeke Geregoşî, avêtina qurṣînan û pevlêxistinê de, ye ku bûye sedema birîndarbûn hin kesan ji herdu aliyan; Û girseyeke ji xelkê gund derketin û nerazîbûna xwe li ser wê geregoşiyê dan diyarkirin, û daxwaza derketina hemî anîndeyan ji gundê xwe û danîna rêgirekê ji binpêkirinan re kirin; Û Amûra Asayêşa Giştî rabû hin pevçûner ji anîndeyan girtin, û li roja din jî berdan.

= Binpêkirinine din:

Li gor perçevîdiyoke belavkirî û li 01.09.2025an. Z  tomarkirî, tê de Hemwelatî “Ebid El’rehman Berekat” ji Malbata “Xêro/pêkhateya Ereb” li pêş mala xwe li Cindirêsê -ya ku ji 2018an. Z ve ji aliyê çekdarekî ji “Hemê” ve desteserkirî- dibêje ew kes mala wî radestê nake, bi ser daxwazkirinên wî yên dubarekirî û daketina wî ji Turkiyê pênc caran ji bo wê, û di vîdyoke din de, “Ebid El’rehman” diyar kir ku wî ji berî şeş heyvan ji wî çekdarî daxwaza valakirina malê kir, û wî çekdarî jî ew bi têkildariya “PKK û Partiyê” tewanbar kir, bi çekan gef lê kir, û razî nabe malê vala bike,  herweha jî li vê dawiyê qedexe kir ku dê û bavê wî yên temenmezin û nexweş têkevin malê, li pêş endamên asayêşê ew qewitandin û gef kirin, û /3/hezar Dolar bermberî radestkirina malê xwest.

Desthilanîna Dagîrkeriya Turkiyê û bermayên milîseyan ji karanîna destlatkirin û zordarîkirinê li Efrînê, destpêka dawîkirina zehmetkêşiyên xelkê wê û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê ye.

Siyaset Haberleri

Parlamenterên Kurd li Bundestagê bûn yek: 'Em dengê Kurdistanê ne'
Mihemed Îsmaîl: Divê hemû aliyên Kurdî di Rêveberiya Xweser de cih bigirin
Fransayê mercê naskirina dewlete Filistînê ji Rûdawê re eşkere kir
Guterres: Ez dê li gel Ehmed Şer behsa daxwazên Kurd û Durziyan bikim
Alî Çeven hat berdan