Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)

.

Ji ber mandina biryargehên ewlekariyê û leşkeriyê yên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û bi piştgiriya Istîxbaratên Turkiyê, wêlomê hîn rêvebirê herêmê yê nû û amûra “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” nikanin rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re dînin, ewlehî û aramiyê ferz bikin, û weke tê xwestin zagonê/yasayê cîbecî bikin, û ta niha endamên wan û anîndeyên jê ve nêzîk di karanîna tiştên dixwazin de serberdayî ne, mîna: Destdanîna ser mal û mewdanên xelkê û piraniyên wan  yên vegerîne, û nerazîbûna radestkirina wan malmewdanan an jî beramberî vêrgiyine diravî, dizîn û dijatiya li ser sivîlan ta kuştinê, û dizîna tiştmiştên jê mane li dema barkirinê ji malên zepkirî û tê de rûniştî; Û piraniya yên binpêkirî newêrin giliyan hildin an jî bi binpêkeran re rûbirû bibin, ji tirsa cezakirinê û zordarî û dijatiyê re.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina ciwanekî negîhayî:

Piştî dubarekirina rengerengên dizînê, dema payandina wî tevî bav û apê xwe û hin xortên din ji zeviyên  çandiniyê û amûrên bîrên avdanê û taqeta elektirîkroniyê re, li ser taximên Gundê “Senarê” – Navça Şiyê ya ku di çarçewa bandoriya Milîseyên “Firqit Silêman Şah – El’emşat” de, li şeva Çarşemê 18.06.2025an. Z, dizekî çekdar ji anîndeyan qurşîn avêtin ciwan “Mistefa Cemîl Hemîd Şêxo /16/sal” ji xelkê Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê, û di encamê de li Berbanga Pêncşemê 19.06.2025an. Z mir, piştî ji ber birîna kûr bo Naxweşxana Sûrî ya pisporî li Bajarê Efrînê hate şandin.

Û hîna amûra El’emin El’am/Asayêşa Giştî encamên lêkolînên xwe nedaye diyarkirin, û tewankar hatiye girtin an na?, di navêna nefretkirin û pirotestokirina xelkê ji va ton tewana qirêj re,  daxwaza  cezakirina tewankaran û derkirina milîs û anîndeyan bo herêmên wan ên resen, ji bo peydakirina jîngeheke aram; Nemaze jî ku rêvebirê herêmê “Mesûd Betal” û berpirsiyarê ewlehiya giştî sertîp  “Sûraqe Emûrî” li dema seredana wan ji gund re û pêşkêşkirina sersaxiyê, soz dabûn ku wê doza heye bişopînin.

Û wê hîngê ki 20.06.2025an. Z xwepêşandaneke xortanî li Çerxeriya “Newrozê” – Bajarê Efrînê derket, ji bo şermezerkirina wê tewanê, pesindariya pakrewanê ciwan û daxwaza cezakirina kujeran, lê endamên “El’emin El’am” (ên ku berê di nav ref û biryargeha Milîseya “Asayêşa Leşkerî” de bûn, xwepêşandan dorpêç kirin, qurşîn bi jor ve avêtin, sixêf ji xwepêşanderan re gotin, û çar ji wan girtin, ta ku piştî çend katan ew berdan.

= Dijatiya li ser sivîlekî:

Îro li ser nîvro, li dema karê wî di nav zeviyeke zeytûna ye di nav çateriya herdu Gundên “Şêx, Dîkê” yên hevcîwar ji Gundê “Çê” – Navça Reco de, du çekdaran -li ser matoreke dutekerî bûn- rabûn qedûm ji dest Hemwelatî “Bedrî Mihemed Elî /70/sal” girtin, û pê li serî û piştê xistin, paşê jî tibabeke diravî, xilewî/telîfona destan û makîna wî “Pîkaba Mazda ya rengexalîkî” jê dizîn, û temenmezin “Bedrî” di xwînxirarê de li ser rê hîştin û reviyan, vêca hate xwestin ku bo nexweşxaneke Bajarê Efrînê were rêkirin, û ta niha tenduristiya wî di bin mîmê de ye/ne baş e.

 

= Revandina sivîlekî:

Li şeva 27.06.2025an. Z, giropeke ji çar çekdaran Hemwelatî “Ibrahîm Xelîl Hemşero /66/sal” ji xelkê Gundê “Qîbarê” ji mala wî ya li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê revand, û makîna wî “teksî Kiya Riyo ya renegreş” -ya ku ji bêtirî /14/salan ve li cem- dizî, bi behaneya ku ev makîne berê hatiye dizîn, û ta niha çarenûsa “Hemşero” nediyar e.

 

= Girtinine bêsûcane:

 Li 05.12.2024an. Z, li dema vegera hin malbatên koçberên Efrînê ji Herêma Şehba’i – Gundewarê Heleb ê Bakur bo herêma xwe, Milîseyên ku bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” têne navkirin bi dehan xelkê Efrînê girtin, û ji nav wan ev hemwelatî bûn: “Mihemed Ehmed Osman 1988. Z, Reşîd Mihemed Kêlo 1997. Z, Canyar Mihemed Kêlo 2007. Z” ji xelkê Gundê “Erendê” – Navça Şiyê, lê ji berî Avdara 2018an. Z ew li Gundê “Sorkê” – Navça Reco rûdiniştin; “Mihemed Osman, û Reşîd Kêlo” li dema hevguherîna dîlgiran li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Heleb serbest hatin berdan, û ta niha çarenûsa “Canyar” nediyar e, nemaze jî ew ji roja yekê ji girtinê ve ji birayê xwe “Reşîd” hate dûrxistin.

 Li berbanga Şemiyê 21.06.2025an. Z, giropeke “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” mala Hemwelatî “Mihemed Bekir” li çateriya Gundê “Maseka” – N. Reco basmîş kir, kurê wî yê ciwan “Reşîd /18/sal” girt, û piştî çar rojan berda, û ew jî bi sedema belevokeke wî -ye bînê siyasetê jê tê- li ser toreya Tîktokê.

= Milîseya “Ehrar El’şerqiyê”:

Ya ku “Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebo Hatêm Şeqra” serkêşiya wê dike, hebûn û bandora wê li Gundên “Miskê Jorin, Miskê Jêrin, Qîlê, Çeqelê Cûmê, Xalta, Sindiyankê, Bircikê, Axcelê, Hemamê” hene, du rêbendên wê li herdu Gundên “Sindiyankê, Miskê Jêrin” hene, biryargehên wê yên ewlehiyê/emniyê li herdu Gundên “Axcelê, Hemamê” hene, û biryargeheke wê ye leşkerî di avahiya “şaredariyê û komela cotakariyê” de li Gundê “Miskê Jorin” heye…Û dest dîdine ser malmewdanên hemwelatiyên ne li wir (zeviyên zeytûn û henara…) û hin bîrên ava avdanê, tevî çandina baxçan, keriyên wê yên pêz hene û bêwijdan di nav erdên çandiniyê de têne çêrandin, û mal û mewdanan radestî xwediyan nake ta ku vêrgiyên diravî netêne dandin û bi behaneyine têvel, tevî vekirina derî û penceran ji hin malên ku dest danîne ser, li dema barkirina yên bê razîbûna xwediyan ketiniyê. Û li herdu Gundên “Miskê” dizîna hin matorên dutekerî, tabloyên elektirîkroniyê, û amûrên toreya Nêt û hin tiştên din çêdibin, naskiriye jî ku berpirsiyarê wan gundan “Ebo Fewaz” e û ji Parêzgeha Dêra Zorê/Dêrezorê ye, û ta niha endamên “Ehrar El’şerqiyê” çekdarkirî ne, di biryargehên xwe de ne, û bi çek li nav sivîlan derin û tên, bi ser gotin û piropoganda helandina milîseyan ji aliyê Hikometa Şamê ve, ji dema ku “Kongira serfiraziyê/Mu’itemer El’nesir” hatiye lidarxistin, li 29.01.2025an. Z.

= “Komîtak Aboriyê”:

Piştî ku “Mesûd Betal” -weke rêvebir ji Herêma Efrînê re- bi fermî dest bi karê xwe kiriye, çend hevdîtin bi dehan hemwelatiyên xelkê herêmê re çêkirin, û ji tirsa milîseyan û Istîxbaratên Turkiyê re kêm kesan vexwendin cîbecî kirin; Û wî guhdarî nêrîn ú giliyên wan li ser rewşên serwerkirî kir, nemaze jî hevdîtina 02.07.2025an. Z a ku tê de hin hemwelatiyan kêşe yên xwe pêşkêş kirin, û “Betêl” tekez kir ku tengasî ú zehmetkêşiyên Efrînê ji bêtirî heft salan ve cuda û têvel bûn, û got ku wî çîrokin giriyê mirov tînin bihîstin.

Û wî li destpêka hefta dawiyê ji heyva borî “komîtak aboriyê” çêkir û piraniya endamên wê ji anîndeyan û yên bo ser Dagîrkeriya Turkiyê ve ne, ya ku di dû re sê hevdîtin ji “serokên encûmenên Efrînê û navçên wê û keyayên gundan” re girêdan, li gor Rûpela “Encûmena Xwecihî li Efrînê” rûpelin din li ser Fêsbokê; Û wê stubariyên xwe (weke aliyeke berpirsiyar di ber guhestina malmewdanên giştî ji avahî û erdan bo encûmen û kargêriyên -xwediyên têkildariyê- û radestkirina malmewdanên taybet jî ji xwediyan re, û şêweyên karê komîtê û riyên lêvegera wê) dan zelalkirin, û di heman demê de amedebûna xwe ji pêşewazîkirina giliyan û nihêrandinê tê de da tekezkirin, û herweha jî komîtê li ser destpêbûna astedemeke nû ji kar tekez kir, “ji bo karê saziyane û yekîtiya lêvegera yasayî ji çareserkirina hin zordariyan re, di van şert û mercên niha de”. Û komîtê ji aliyê xwe ve jî di hin navçan de, nivîsgehine şaxeyî ji xwe re çêkirin.

Stubariya bingehîn ya dewletê parastina malmewdana ye,  hîştina yên taybet ji xwediyan re ye, û çaresrkirina hevrikiyan û nakokiyan jî bi riya dezgehan û dozgeriyê li gorî zagonê ye; Û ji bo rewşa serwerkirî li Efrînê, hilanîna destê milîseyan û her yekî tu têkeliyê xwe tune ji ser malmewdanên taybet e, û divê jixweberê ji aliyê xwediyan an merivên wan anjî rêdankerên/wekîlên wan re bên rêvebirin; Ne ku ew komîta li jor hatiye zimên bibe alaveke bîrokratîk ye nû ji bo hêglekirinê û destêwerdanê di rêvebirina malmewdanan de, weke ku bi komîtên berê re yên ku Dagîrkeriya Turkiyê çêkirine “vegerandina zordariyan/Red El’mezalêm, komîtên Hemahengiya Sûrî” çêbûye.

Û li ba xelkê nevehesîk heye, ku komîte malmewdanan ji nû ve zep bike yan bi behaneyine nû (malmewdanên partiyê û endamên wê yan nepeydabûna belgeyan an jî nebûna xwediyan li wir) radestî yên gereke radestê bibin neke, û piraniya wan bi devkî rêdan dane yên li herêmê dimînin.

Û pirsiyarin li ser vê komîtê hene mîna: (lêvegra wê ya zagonî, mafdayînên wê, alavên wê di pêkanînîna karê xwe de, tecrûbeyên endamên wê çi ne, û kontirolên ku li aliyekî li dijî aliyekî din nesekine -çi bi nezanbûn an jî bi birina reşwetan).

Kêşe ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve bi kişandineke pênûsê tê çareserkirin, ku hema ji milîseyan re bibêjin malmewdanên taybet ji xwediyan re berdin, û zatirê yên giştî jî naskirî ne ku yên kîjan aliyên hikomî ne.

Hebûna bermayên milîseyan an hema guhertina cilan û xistina wan nav “Emin El’am” û Şalyariya Berevaniya nû, weke çawa endamên Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ya berê tevlî “El’emin El’am” û Milîseya “Firqit El’hemzat” jî tevlî “Firqê 76 an – bi serkêşiya Sêf Ebo Bekir” -ya ku li vê dawiyê hezar endamên xwe şandiye Efrînê- hatine kirin, kendan li pêş hevpeymana “El’şer’i – Ebdî” û vegera koçberên zorane çêdikin, û wan endaman dihevojîne, ku  binpêkirinan berdewam bikin û ji cezakirinê bêne filtandin, di heman dema ku divabû ku  bi rengekî serekîn  stubariyên parastina ewlehiyê û malmewdanan bi xelkê herêmê were hilpesartin.

05.07.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Pakrewanê ciwan “Mistefa Cemîl Hemîd Şêxo”.

 Temenmezinê dijayetî li ser hatiye kirin “Bedrî Mihemed Elî”.

 Pîkaba Mazda ya dijayetî li ser hatiye kirin “Bedirî Mihemed Elî”.

 Temenmezinê hatiye revandin “Ibrahîm Xelîl Hemşero”.

 Teksiya Kiya Riyo ya “Ibrahîm Xelîl Hemşero” yê hatiye revandin.

 Ciwan “Canyar Mihemed Kêlo” yê girtî û çarenûsa wî nediyar.

 Rêvebirê Herêma Efrînê “Mes’ûd Betal” di pêşewazîkirina hin hemwelatiyan de, 02.07.2025. Z.

 “Komîta Aboriyê” tevî “encûmenên xwecihî û keyan” di civatekê de.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-326-05-07-2025-PDF

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye