Efrîn di bin dagîrkeriyê de (316)

.

Rewşa geregoşiyê li herêmê berdewam e, nemaze binpêkirinên milîseyan bi riya nivîsgehên wan ên abortî û ewlekariyê, û ew dizînên ji mal û dîkanan û herweha makînan û pêz her derin fere dikin û vêre jî dijîtiya li ser xwediyan, û ligel wê jî talankirina kelûpelên malan û vekirina derî û pencerên mal û dîkanan ji aliyê yên dest danîne ser ve, li dema çûna wan bo herêmên xwe yên resen; Û hîn siyaseta ewlehiyê ya ku “Amûra Ewlekariya Giştî” (ya Destlatên Şamê) dê di derbarê herêmê û xelkê wê de bimeşîne ne diyar e. Piştî ku destê xwe hêdî – hêdî danî ser doseya ewlehiyê û derçûna biryara helandina milîseyan, û “Asayêşa Leşkerî Û sivîlî” yên girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê jî di nav de, vêca guhertina cilên endamên wan û nîşanên makînên wan bes nake, û qewtandina hemî serkêşên wan û piraniya endamên wan (ên sûcdar di gendeliyê û pêkanîna binpêkirin û tewanan de) pêdivî ye, mîna: “Ehmed Cemal Kebso” yê ji Bajaroka Tilrif’etê – Gundewarê Heleb a Bakur, berpirsiyarê şaxa serekîn a Asayêşa Leşkerî li Bajarê Efrînê, û yê bi gendelî û zordestiya xwe navdar.

Bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyan li herêmê, û kar li ser saxlembûna herêmê, bi şêwakî destpêkî di vê astedemê de ev pêdivî gerek in:

 Vekişandina Artêşa Turkiyê ta sînorê xwe yê navdewletî yê naskirî, girtina nivîsxaneyên Istîxbaratên Turkiyê, baykotkirina lîsteyên kesên bi sedemên siyasî tewanbarkirî û daxwazkirî, û nekaranîna wan lîsteyan ji bo girtina hemwelatiyan û herweha baykotkirina lêgerîna li wan li ser rêbendan, û bidawîkirina dezgeh û saziyên Turkiyê li hemî warên dewlet û civakê.

 Jiholêrakirina biryargehên leşkerî ji ciyên bi nişte, helandina milîseyan bi awakî rasteqîn, û girtina hemî nivîsgeh û biryargeh û rêbendên wan ên leşkerî, û derkirina serkêşên wan û piraniya endamên wan ên di gendelî û pêkanîna binpêkirin û tewanan de gunehkar; Û belavkirina yekîneyine ji Artêşa Sûriyê ya nû ji bo parastina sînor bi Turkiyê re.

 Jihevkirina girêdana Herêma Çiyayê Kurmênc/Efrînê bi Wîlayeta “Hetayê” ya Turkî ve, vegerandina girêdana wê bi rengekî fermî û aşkere bi Parêzgeha Heleb re, û qedexekirina bi karanîna navê “Herêma Şaxa Zeytûnê” ji ber ku ew nav ji navê piroseyeke leşkerî ye Turkî ye dijberî li ser beşekî ji Sûriyê -wek welat û gel- hatiye.

 Rêdana bikaranîna pereyên/lîreyên Sûrî û hevojtina wê, vegerandina toreyên hevgîhandinên şirîtî û neşrîtî/hewayî yên Sûrî li herêmê, û girêdana hemî dezgehên rêvebirî û xizmetguzarî bi Parêzgeha Heleb ve.

 Sipîkirina hepsên aşkere û bidizî li herêmê ji hemî girtiyên bi tewanbariyên siyasî hatine girtin, û serbestberdana bi sedan girtî û yên zorane hatine hindakirin ji xelkê herêmê, yên di hepsên “Hewar Kilis û Çobanbegê/El’ra’î” û hin din de, li Herêmên “Ezazê û Babê û Cerablusê”, ji nav wan jî hinik ji dora heft salan ve veşartî.

 Desteserkirina Amûra “Ewlekariya Giştî” bi endam û berpirsiyarine nû li ser doseya ewlehiyê û peydakirina aramiyê, li ser bingeha parastina mafên mirovan û azadiyên giştî û pêkanîna dadmendiyê, sekinandina girtinên bêsûcane û îşkencekirinê di hepsan û navendên ewlehiyê de, parastina malmewdanên giştî û taybet, û danîna rêgirekê ji hemî binpêkirin û destdirêjiyan li ser, û vegerandina mafan ji xwediyan re, bê tu şert û mercan an jî ferzkirina vêrgiyan.

 Rawestandina destdirêjî û dijayetiyan li ser jîngehê û nixumandina geyayî, jê qutkirin û şewitandina daristanan û darên biber, û sekinandina dizîna kevneşop û peykerên dîrokî.

 Parastina Bendava “Meydankê” û rêvebirina pirojeyên avdanê û ava vexwarinê bi rengê ku pêdiviyên herêmê werin peydakirin, û sekinandina dizîna ava wê ya ku bo Bendava “Rihaniyê” ya Turkî tê şandin.

 Peydakirina jîngeheke aram bo vegereke jixweber û azad û bi rûmet ji hemî yên ji herêmê hatine koçberkirin re, û daxwaz ji anîndeyên hatine herêmê ku vegerin herêmên xwe yên resen.

 Jiholêrakirina hemî têkar û sedem û encamên guhertina demigrafî ya ku Dagîrkeriya Turkiyê çêkiriye, û taybetî di binyata niştecîbûnê ya herêmê de.

 Jiholêrakirina dîwarên çementiyî yên ku li hundir Bajarê Efrînê û bajarok û gundên wê de avakirî, bi behaneya parastina biryargehên Turkiyê, û hilanîna destlata Artêşa Turkiyê ji ser gundên ku xelkê wan bi tevahî koçberkirî ji Avdara 2018an. Z ve, û rêdana vegera xelkê wan gundan, û ew gund jî ev in: (“Cilbir, Gubelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê, Xalta” – Robariya/Çiyayê Lêlûn, “Çê, Dêrwîş” – Navça Reco).

 Peydakirina gihîştina alîkariyên mirovî û piştgiriya şaredariyan da ku kanibin bi erk û stubariyên xwe rabin, çaksazkirina binevahiyan û avahiyên giştî, û girêdana beşê perwerdekarî û hînkariyê bi saziyên dewletê re, bi mercê gerantîkirina belvakirin û hînkirina ziman û çanda Kurdî di hemî astên xwendinê de.

 Bidawîkirina hemî rengên bindestkirina netewî di dermafê Kurdan de, û hemî rûdanên tetrîkirin an te’irîbkirina zorane û rengên tundrewî û bindestiya olî, û jiholêrakirina cudawaziyê di dermafê Kurdên Êzdî de, û gerantîkirina azadiyên olî ji hemî hemwelatiyan re.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijayetiya li ser du temenmezinan:

 Li nîvê şeva 13.02.2025an. Z, piştî ku wan elektirîk qut kirin, du çekdarên serçavgirtî mala temenmezin “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo /67/sal” li Gundê “Endarê” – Şêrewa basmîş kir, û dijayetiya wî û hevjîna wî -yên seqet- kirin û bi boriyê li wan dan, kêrek mezin kişandin wan û mal serbinqotî hev kirin, tibabine diravî (/300/Dolar Emrîkî, /1660/Lîre Turkî) û amûreke xilyewî jê dizîn, û ta nimêja berbangî  bi îşkencekirina herdu hevjînan xwe tesele kirin, ta ku li derketinê ji xelkê re were xuyan ku derin mizgeftê û ne diz in.

 Li êvara 14.02.2025an. Z, du çekdarên serûgirtî mala temenmezin “Hemîd Bekir Hebeş Kenco /67/sal” li Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco basmîş kir, li dema nebûna hevjîn û kurê wî ji malê, dabençe/damençe kişandinê û lê xistin û gefdana kuştinê lê kirin, û tibabeke diravî /10/hezar Dolar Emrîkî ji oda kurê wî û /300/Dolar jî ji oda hevjîna wî dizîn, û paşê jî revîn. Û bi ser ku yê dijatî li ser hatiye kirin çekdarek tewanbar kir, lê dîsa jî “Usame Rehal/Ebo Hesen Obame” -cîgirê serkêşê Milîseya “Lîwa’i 112” ya ku bajarokê desteser dike- red kir ku wî bigire û lêkolînê vê re bike, û bi ser de jî rabû li bajarokê geriya û li deriyên maline kurdan da, bi behaneya ku herdu diz revîne wan malan, weke şanoyeke lawaz da ku li ser wan veşêre.

= Veşartina zorane:

Di raporeke wênekirî û li 15.02.2025an. Z hatiye belavkirin de, Ajansa “El’Forat” ya nûçeyan a girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê açiq kir, ku “Ehmed Cemal Kebso” -serkêşê Milîseya “Asayêşa Leşkerî – Şaxa Efrînê”- Hemwelatî “Ednan Îso Îso /35/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N. Mabeta serbest kir, da ku keça xwe “Cîlan” a di Nexweşxana Sûrî ya pisporî li Bajarê Efrînê de raketî û tê dermankirin bibîne, ya ku ji berî sê rojan li Gundê “Maratê” wendakirin, piştî derketina diya wê ji mal ji bo anîna hinek êzing, û ew jî di xew de bû.

Û li gorî gotina hevjîna wî “Zêneb Şêx Sadêq” û jêdereke xwecihî, “Ednan Îso” ji berî şeş heyvan bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê (RX)re hate girtin, bi ser ku wî ji Avdara 2018an. Z ve -jerkî herêm hatiye dagîrkirin- ew bernedaye, dîsa jî “Asayêşa leşkerî” di hepseke xwe ye taybet de zorane veşartî hîşt, bê têkildarî bi cîhana derve re yan jî pêşkêşkirina wî bo dadgeheke dadmend; Û ew malbata belengaz bi çetiniyên jiyanê yên têvel û xwestinên virdewêde re rast hat.

= Girtinine bêsûcane:

Li gorî jêdereke xwecihî, li navboriya hefta yekê ji vê heyvê, dadgeha Efrînê ya girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê bêtirî /45/ hemwelatiyên Kurd -piştî ferzkirina baceyeke diravî /500-600/Dolar Emrîkî li ser her yekî ji wan- serbest berdan; Ew li navboriya du heyvên dawiyê ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve hatibûn girtin û bo Hepsa “Maratê” ya navendî hatibûn birin, bi tewanbariya têkildariyê bi (RX)a berê re; û Weha jî:

– Li navîna Berfenbarê/Berçile 2024an. Z, Rêbenda “El’şet – Çateriya Ezazê ya Rojava” ya Milîseya “Asayêşa Leşkerî” temenmezin “Umer Şêx Qenber” û kurê wî “Ehmed /23/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – Navça Bilbilê girtin, li ser riya vegera wan ji aliyê penaberiyê bi tewanbariyin/tuhmetin çêkirî, û piştî heftakê û dandina hezar Dolar Emrîkî yê yekê serbest kir, û yê dudiyê jî piştî bîst rojan ji girtinê û dandina/4/hezar Dolar.

= Dizîn:

– Li Bajaroka Be’idîna:

Li rex dizînin berê û piroseya dizîna çekdarane ya li jor hatiye zimên, du çekdarên serçavgirtî sê berx ji odak kargeheke betariyan e Hemwelatî “Ebdîn Mihemed Mistefa/Malbata Alo” û ya li derbasgeha bajarokê dizîn, bi ser ku parêzvanekî wê jî heye; Û çekdarin din derxistokeke avê/xetasek ji bîreke irtiwazî ye Hemwelatî “Beşar Mihemed Şe’iban” dizî, hin din betariyek ji tirektoreke çandiniyê ye “Selah Mihemed Midewer” dizî, hin din (sê teneke zêtê zeytûna/her yek 16 KG sade, amûreke Invênter a taqeta elektirîkroniyê û tibabeke diravî) ji mala Temenmezin “Reşîd Hesen Dehdo” dizîn, hin din jî amûreke xilyewî ji Temenmezin “Mezyet Mistefa” dizî, û hin din jî di dizîna herdu malên cîran “Ehmed Reşkêlo” û “Mihemed Hesenîk” de bi ser neketin.

Bi ser pirbûna dizînê li Bajarokê di navboriya herdu heyvên dawîn de, û hebûna kamîreyê çavdêrîkirinê, biryargehek Milîseya “Asayêşa Sivîl”, û rêbend û biryargehên Milîseya “Lîwa’i 112”, ta niha dizek bi tenê jî nehatiye girtin, di heman dema ku ew ji bo lêkolîna bi hemwelatiyekî vedigere bajaroka xwe û girtina wî/wê de jî pir şiyar e, û malbatek ji anîndeyan jî rastî dizînê nehatiye.

 Li Bajarê Cindirêsê 07.02.2025an. Z, çekdarina tibabeke diravî /500/Dolar Emrîkî ji mala Hemwelatî “Rehîm Silêman Lutfî” dizî, hin din tiştmiştên xwarinvexwarinê ji dîkana “Ehmed Mihemed Mihemed/bi Çavreş tê nasîn” û makîna cîranê wî dizîn, û hin din jî di dizîna Mala “Mistefa Deyan” de bi ser neketin.

 Li Gundê “Kurzêlê” – Navça Şêrewa, li 09.02.2025an. Z, çekdarina /8/mî ji mala Hemwelatî “Mihemed Ezîz Îbo” dizîn; Û li şeva 15.02.2025an. Z, çekdar in derbas avahiya Hemwelatî “Ebid El’rehman Îbo” bûn, ji bo dizîna tirektor û matorekê û tiştine din, lê giropeke ji hemwelatiyên ku gund diparastin tevî dehên din avahî dorpêç kir, û berpirsiyarekî gund ji Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” rabûn ew girseya xelkê ji hev bela kir û diz parastin û derxistin; Û ji berî heftakê ji heman avahiyê keblên elektirîkê û amûreke invêntereke çandiniyê hatin dizîn.

Herweha jî malbateke ji Gundewarê Humsê û dest daniye ser mala “Welîd Ezîz Îbo” yê zorane koçberbûyî, hemî heyînên hundir malê û derî û pencereyên wê tevî derxistokeke avê/xetas û dûmahîkên wê dizîn, bi ser ku keça “Welîd” a li gund red kir, lê sixêf jêre hatin kirin û gef danê, û Kurd bi “Berazan/Xenzîran” hatin salixkirin.

 Li Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê, li 12.02.2025an. Z, çekdarekî matoreke duloqî ye Hemwelatî “Ehmed Ebdo” dizî.

 Li G. “Şêxkêlê” – N. Mabeta, ji berî dora deh rojan, çekdarina /20/mî yên Hemwelatî “Mûse Welîd” dizîn, û hin din jî makînak pîkab dizî.

Û li G. “Gobekê” yê hevcîwar jî, çekdarin din derxistokeke avê/medexak û cilin/kincin ji mala Temenmezin “Qadêr Henan” dizîn.

= Li Gundê “Bircqasê” – Navça Şêrewa:

Milîseyên Hêza Hevbeṣ (El’emşat, El’hemzat) li destpêka Berfenbarê 2024an. Z dîzînin fere kirin, jê: çar makîne pîkab ên “Umer Mihemed Elî, Hesen Elî, Hesen Elî Mamo, Mihemed Elî” û pez û dewar in (/40/mî yên “Necîb Elî Mamo“, /12/mî yên “Zûhêr Erebo“, /60/mî yên “Edhem Ehmed“, /3/çêl ên “Nadêr Mihemed Elî“, /6/çêl ên “Nebî Rehmo“), û hemî tiştmiştên hundir Malên (“Cemîl Menan” tevî giropeke zayenda elektirîkê, “Nebî Rehmo” û teksiya wî, “Nadêr Mihemed Elî” digel giropa taqeta royê). Û li dema topebarankirina gund /6/mal bi piçekî hatin roxandin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li vê dawiyê, giropeke gerok ji Amûra “Ewlekariya Giştî” rabû “Ebo Ye’irub” -serkêşekî milîseyan li Bajarê Cindirêsê girt, ji ber ku wî du “makîne cîp” ên nû û yên berpirsiyarên rijîma berê ji şamê dizîbûn, û li ba xwe veşartibûn, û herweha jî wî hemwelatiyekî ji xelkê Heleb revandibû û li cindirêsê veşartibû bi mebesta ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser beramberî berdana wî.

Li hember rewşeke weha ne baş de, astengiyên mezin pêşberî Destlatên Sûrî yên nû dibin, û ew li pêş ezmûna ku wê çiqas kanibin pêngavine piraktîkî di warên me li jor anîne zimên de bavêjin, li gor rêbaziyeke niştîmanî û Demokratî, û em serkeftinê jê re dixwazin.

15.02.2025. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Temenmezinê birîndar “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo” û pêlîzkandina bi mala wî li Gundên “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo”, 13.02.2025. Z.

– Temenmezin “Hemîd Bekir Hebeş Kenco”.

 Hemwelatî “Ednan Îso Îso” tevî hevjîn û zaroka wî di nexwaşxanê de li Bajarê Efrînê, jêder: Perçevîdiyok a Ajansa “El’Forat” li 15.02.2025an. Z.

———————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-316-15-02-2025-PDF

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin