Efrîn: Bi pêngava "Efrîn Hêja ye" 20 hezar dar li Girê Meydankê tên çandin

.

Li herêma Efrînê, bi navê "Efrîn Hêja ye" pêngava berfireh a darçandinê dest pê kir. Di çarçoveya pêngavê de, ku armanc dike şînahiya herêmê vegerîne û hevsengiya jîngehê biparêze, dê 20 hezar dar li devera Girê Meydankê bên çandin.

Navenda Efrînê ya Ragihandinê îro 12ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, pêngav bi beşdariya xortên herêmê yên li hundir û derveyî welat, ligel hejmarek çalakvanên civaka sivîl ên Sûriyeyê dest pê kiriye. Ev pêngav weke hewldanekê ji bo nûjenkirina şînkahî û sererastkirina hevsengiya ekolojîk a herêmê tê dîtin.

Çavdêriya Fermî:

Ev pêngava jîngehparêzî di bin çavdêriya çendîn saziyên fermî de birêve diçe, wek: Rêveberiya Herêma Efrînê, Rêveberiya Çandiniyê ya Helebê, Rêveberiya Daristanan a Helebê, Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan li Helebê.

Pêşwaziyeke Germ

Li gorî daxuyaniyê, pêngav ji aliyê hemû pêkhateyên civakê ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Hat tekezkirin ku ev cure pêngav dê berdewam bin da ku jîngeheke saxlem û jiyaneke xweştir ji bo nifşên paşerojê were misoger kirin.

Girîngiya Pêngavê di Demeke Hestiyar de

Ev pêngav di demekê de tê, jîngeha Efrînê ziyaneke mezin dîtibû. Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji bilî destdanîna ser mal û milkên xelkê, bi sed hezaran darên zeytûnan ên berhemdar û darên daristanan hatine birîn, hilkirin û şewitandin.

K24

Kurdistan Haberleri

Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye
Tom Barrack: Navendîbûn û federalîzm wehma hikûmetan in
Rûxîna Esed tê pîrozkirin: Rêberê Elewiyan boykot xwest
Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin
Hakan Fidan: Divê hin hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin