Ebîr Sehlanî: Nêçîrvan Barzanî dikare bibe serkirdeyekî rasteqîn ê tevahiya herêmê

.

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê rola Nêçîrvan Barzanî ya di piştgiriya azadiya derbirînê û civaka sivîl de bi erênî nirxand û da zanîn ku ne tenê ji bo Kurdan ew dikare bibe “serkirdeyekî rasteqîn ê tevahiya herêmê”.

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Ebîr Sehlaniyê di daxuyaniyekê de pîrozbahî li hewl û piştgiriyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo medyaya azad kir û ragihand:

“Rêzdar dikare bibe serkirdeyekî rasteqîn ê tevahiya herêmê, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Îraqiyan jî li Îraqê û hemû neteweyên derdora Îraqê.”

Ebîr Sehlaniyê sedema vê nêrîna xwe bi wê cureyê serokatiyê ve girê da ku Rojhilata Navîn pêwîstiya wê pê heye û got:

“Eger tiştek hebe ku li Rojhilata Navîn pêwîstiya me pê hebe, ew serkirdeyekî rasteqîn e ku baweriya wî bi mirovan hebe, baweriya wî bi wê yekê hebe ku mirov bi azadî ji dayîk bûne û azadî di rastiyê de rûmet e, pêbend be bi rûmeta gelê xwe û rûmeta gelên din jî garantî bike.”

Sehlaniya ku sala 2012an dema Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû pê re hevdîtin kiribû, anî ziman:

“Ez dibînim ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi rastî xwedî wê şiyanê ye û ez hêvîdar im ku karibe di vê rêwîtiyê de bi ser bikeve.”

Ebîr Sehlaniyê piştgiriya Parlamentoya Ewropayê ya ji bo hêzên demokratîk ên Herêma Kurdistanê ducare kir û got:

“Hemû hêzên erênî û demokratîk ên azad ên li Kurdistanê dikarin her tim pişta xwe bi piştgiriya Ewropayê ya li Parlamentoya Ewropayê ve girê bidin.

Em her tim li gel we disekinin.”

Kurdistan Haberleri

Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye
Tom Barrack: Navendîbûn û federalîzm wehma hikûmetan in
Rûxîna Esed tê pîrozkirin: Rêberê Elewiyan boykot xwest
Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin
Hakan Fidan: Divê hin hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin