Ebdulwehab Xelîl: HSD ji Dêrezorê venakişe

.

Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl ji Rûdawê re got ku HSD ji Dêrezorê venakişe.

Ebdulwehab Xelîl beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser rojeva li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.

Civînên li Şamê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara YPJyê Rohilat Efrîn doh li Şamê bi Serokkomarê Demkî yê  Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Parastinê Merhef Ebû Qesre re civiyabûn.

Ebdulwehab Xelîl ragihand ku di civînan de teqezî li ser “pêkanîna agirbestê” û “rêlibergirtina şer” hatiye kirin û wî rola Amerîkayê di vê mijarê de bi rengê "gelekî girîng" wesifand.

“HSD ji Dêrezorê venakişe”

Ebdulwehab Xelîl eşkere kir ku yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan Dêrezor bûye.

Li gorî gotina wî, hikûmeta Şamê xwestiye ku HSD ji Dêrezorê vekişe lê HSDyê ev yek red kiriye û got, "HSD ji Dêrezorê venakişe."

Rêveberiya Xweser li hemberî vê daxwazê pêşniyar kiriye ku odeyeke operasyonên hevbeş were avakirin û nûnerên wan di warê siyasî û birêvebiriyê de li Dêrezorê cih bigirin.

Ebdulwehab Xelîl wekî mînak jî modela taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê nîşan da.

Yekxistina leşkerî "xeta sor" e

Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku nehiştina yekcarî ya hêzên wan "xeta sor" e lê di heman demê de da zanîn ku ew jî qebûl nakin li Sûriyeyê du artêşên cuda hebin û divê çareseriyek ji bo yekxistina hêzên leşkerî bê dîtin.

Nenavendîtî

Wî herî dawî anî zimên ku li ser mijara nenavendîtiyê di navbera nêrîna HSD û Şamê de cudahî hene û gotûbêjên li ser vê mijarê jî berdewam dikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Kopenhagin Panela Hilbijartinê
Şandeya Rojavayê Kurdistanê û Şamê li ser çi li hev kir?
Ebûbekir Karwanî: Iraq wek niha namîne û dê felc bibe
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm çareserkirina pirsgirêkên Hewler û Bexdayê tekez kir
Dadgeha Îranê 90 sal cezayê girtîgehê da 10 jinên baweriya Behayî