Ebdirehman Sidîq: Herêma Kurdistanê di gelek waran de ji Iraqê pêşketîtir e

.

 Şarezayekê jîngehê îro (7ê Îlona 2025ê), di Roja Cîhanî ya Bayê Paqij û Asmanê Şîn de, amaje da ku, du deverên Hewlêrê di rewşa herî baş a bayê paqij de ne.

Şêwirmendê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di warê jîngehê de Ebdirehman Sidîq îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Herêma Kurdistanê di gelek waran de ji Iraqê pêşketîtir e. Yek ji dirûşmên kabîneya nehê "Jîngeha Kurdistanê serweta herî mezin e" bû. Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê 15 rênimayî li ser jîngehê derxistine.”

Ebdirehman Sidîq herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemî parêzgeh û rêveberiyên serbixwe fermangehên jîngehê û karmend damezrandine. 440 derçûyên jîngehê di sektora taybet de bûne çavdêr.”

Navbirî amaje jî da, “Projeya Ronakiyê dê bandoreka baş li ser paqijiya jîngehê bike. Jîngeha Herêma Kurdistanê ji baş ber bi baştir ve diçe. Du deverên Hewlêrê di rewşa herî baş a bayê paqij de ne.”

Şêwirmendê Encûmena Wezîran eşkere jî kir, “Asta bayê paqij li Herêma Kurdistanê navîn e, 25% ya elektrîkê Herêma Kurdistanê ji çavkaniyên paqij tê wergirtin. Serokwezîr li ser parastina paqijiya jîngehê cidî ye û divê gelek girîngî bi bayê paqij bê dan. Di jîngehê de, ti sînorên siyasî û îdarî tune ne.”

K24

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da