Ebdilxaliq Telet: Hejmara Kurdan di artêşa Iraqê de bi bername hatiye kêmkirin

.

Şarezayê ewlehî û leşkerî Ebdilxaliq Telet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hejmara Kurdan di artêşa Iraqê de bi bername hatiye kêmkirin. Ev di demekê de ye ku her kes, bi Şîe çi Sune ve, şahidiyê dikin ku artêşa Iraqê di dema Ferîq Babekir Zêbarî de artêşeka Iraqê artêşeka serbazî ya xurt bû."

Şarezayê ewlehî û leşkerî Ebdilxaliq Telet îro (În, 17ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: "Ji destpêka çêbûna artêşa Iraqê li sala 1921ê ve, Kurdan di çêkirina vê artêşê de roleka serekî hebû, piraniya wfserên wê Kurd bûn."

Ebdilxaliq Telet herwesa got: "Li gorî destûrê, divê artêşa Iraqê ji hemî pêkhateyan pêk bê, lê rêjeya Kurdan di artêşa Iraqê de ji 1% kêmtir e, û rêjeya Suniyan ji 10% kêmtir e. Ev jî ji bo kêmkirina rêjeya Kurdan di artêşê de bernamekirî bû."

Navbirî eşkere jî kir: "Li şûna her Kurdekê xanenişînbûyî yê dezgehên ewlehî û leşkerî, wan kesekê xwe li şûna wî danaye, lê bi Şîe û Sune ve şahidiyê didin ku artêşa Iraqê wê demê artêşeka bihêz bû, dema ku Ferîq Babekir Zêbarî serokê artêşa Iraqê bû, mixabin ew jî bi bername ji karî hat derxistin."

Wî şarrezayê ewlehî û leşkerî amaje jî da: "Şeş bendên madeya 9ê ya destûrê li ser hêzên leşkerî û ewlehiyê hatine binpêkirin, di nav wan de yek jî heye dibêje ku divê tu hêzên milîs ên li derveyî hikûmetê tevlî artêşê nebin, lê paşê bi dehan hêzên milîs hatin çêkirin û tevlî artêşê bûn."

Ebdilxaliq Telet tekez jî kir ku, ew nûnerên Kurd ên ku diçin Encûmena Nûnerên Bexdayê, divê israr bikin û bibin yekdeng û yekhelwest, daxwaza wan postan bikin ên ku pêştir ji Herêma Kurdistanê re hatine destnîşankirin û çespandin. Me kesên pir şareza û pispor û jêhatî hene ku wan postan bi rê ve bibin."

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin