Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku ew di qada dîplomasiyê de cidî ne lê li hemberî Amerîkayê ji bo parastina "berjewendî û ewlehiya niştimanî" ya welatê xwe bi israr in.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî destnîşan kir, "Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne."
Ebas Eraqçî doh bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re civiya.
Civîn li Qazaxistanê di çarçoveya civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariyê ya Shanghayê de hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Ebas Eraqçî di hevdîtinê de behsa şer û aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de kiriye û gotiye:
"Wekî ku em di qada dîplomasiyê de cidî ne, em di parastina berjewendiyên xwe yên niştimanî de jî bi israr in."
Tengava Hurmizê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê wekî navenda nakokiyên di navbera Tehran û Washingtonê de amaje bi Tengava Hurmizê kir û anî zimên:
"Em bi ti awayî rê nadin ku Amerîka destwerdanê li Tengava Hurmizê bike û wê xirab bi kar bîne."
Ebas Eraqçî di beşeke axaftina xwe de careke din Amerîka bi "şikandina sozan" û "binpêkirina" xalên Peymana Îslamabadê tohmetbar kir.
Eraqçî destnîşan kir, "Nearamiya li Tengava Hurmizê û herêmê encama rasterast a pêbendnebûna Washingtonê ya bi sozên xwe ye."
Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniya xwe de da zanîn, Sergey Lavrov di hevdîtinê de careke din êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê şermezar kirine.
Lavrov amadebûna welatê xwe ya ji bo avakirina "mekanîzmayeke ewlehiyê" ya ku pişta xwe bi welatên herêmê girê dide nîşan daye da ku alozî kêm bibin.
Êrişên Amerîkayê
Amerîka 13 şevan li ser hev êrişî deverên cuda yên Îranê kir lê belê doh û îro êriş nehatiye kirin.
Hinceta Amerîkayê ya lêdana binesaziya leşkerî ya Îranê, têkbirina şiyana hêzên çekdar e.
Her wiha Amerîka dixwaze rêyeke serbest ji bo çûn û hatina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê veke.
Li hemberî vê yekê, Îranê jî êrişên xwe yên bi dron û mûşekan ên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê domandine.