DYA: Kavalayî demildest azad bikin

.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê di daxuyaniya xwe ya derbarê Osman Kavalayî de destnîşan kiriye û gotiye, “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku divê demildest Osman Kavalayî azad bikin û doza wî bi awayekî zû û zelal were bi dawî kirin.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) banga azadkirina Osman Kavala, karsaz û mafparêzê  ku 3 sal in girtiye, kiriye.

Di daxuyaniya ku îmzeya Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve li bine hatiye destnîşan kirin ku sûcên ku arasteyî Osman Kavala têne kirin, girtina wî û lipaşxistina dadgehkirina wî û bi taybetî biyekirina dosyeyên derbarê wî de zirarê dide serweriya hiqûqê û demokrasiye.

Di daxuyaniyê weha hatiye gotin, “Em bi israr daxwaz ji Tirkiyê dikin ku bila rêz li biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bigire û di çarçoveya berpirsiyariya hiqûqa navneteweyî û ya navxweyî de çareseriyeke zelal û dadperwerane ji vê mijarê re bibîne.”

Dadgehê doza Kavalayî ya “sîxurtiyê” û ya “Gezi”yê kiribû yek doz
Duyem danişîna Doza Osman Kavalayî li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hefteya borî pêk hatibû. Kavala di vê dosyayê de beraet kiribû lê ji ber heman dosyayê careke din hatibû girtin. Kavala bi tohmeta ku “hewl daye pergala destûrî biguherîne” û “bi armanca siyasî an jî leşkerî dokumanterên dewletê yên diviya bû ku veşartî bimînin, aşkere kiriye” tê dadgehkirin.

Dadgehê, doza ku Henrî Barkey jî tê de tê dadkirin, bi dosyeya Gezîyê re kiribû yek dosye.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist