Dujarric: Peyama NYyê ya ji bo Şeybanî avakirina welatekî mozaîk e

.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku peyama Sekreterê Giştî yê NYê ji bo desthilata Sûriyeyê avakirineke nû li Sûriyeyê be ku nûnertiya mozaîka wî welatî bike.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî dê ji bo beşdarbûna Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyê vê înê Neteweyên Yekbûyî ziyaret bike.

Heta niha ne diyar e ku ew dê bi kîjan rayedarên Neteweyên Yekbûrî  hevdîtinê bike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Nûçegihanê Rûdawê Sîna Tunçdemîr re diyar kir ku ew dê heta dawiya hefteyê zêdetir agahiyan li ser vê serdanê pêşkêşî wî bike.

Li ser pirseke derbarê peyama muhtemel a Sekreterê Giştî eger hevdîtinek çêbibe, Dujarric wiha got:

 "Peyama Sekreterê Giştî ji bo desthilatdarên Sûriyeyê heman peyam e ku Geir Pedersen jî gelek caran diyar kiriye, ku ez texmîn dikim ew jî dê li wir be.

Peyama sereke dê li ser avakirineke nû li Sûriyeyê be ku nûnertiya mozaîka Sûriyeyê bike û temsîla gelên Sûriyeyê bike.

Ev peyam her wiha li ser misogerkirina berpirsiyariyê û piştrastkirina bihîstina dengan e.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di berdewamiya axaftina xwe de got ku peyameke din jî ji bo civaka navdewletî heye da ku piştgiriya vê hewlê bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da