Neteweyên Yekbûyî (NY) dilgiraniya xwe ya kûr li ser şer û pevçûnên dijwar ên li taxên Kurdan ên li Helebê anî ziman û bangî hemû aliyan kir ku demildest aloziyan kêm bikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di bersiva pirsên Rûdawê de tekez kir ku li gorî yasayên navneteweyî, parastina sivîlan û binesaziya sivîl erkekî zelal e li ser milê hemû aliyên şerker.
Stephane Dujarric bal kişand ser raporên ku behsa kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin û hişyarî da ku divê rê li ber ziyanên zêdetir were girtin.
Dujarric di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi "Peymana 10ê Adarê" kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku nermiyê nîşan bidin û vegerin ser maseya dan û standinan.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdulla pirsên derbarê rewşa dawî ya li Helebê, tohmetên "şerê qirkirinê" û helwesta Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji Stephane Dujarric kirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric re:
Stephane Dujarric: Derbarê Sûriyeyê, bi taybetî pêşhatên li bakurê rojhilat ku Namo doh anîbû rojevê, ez dikarim ji we re bibêjim ku Sekreterê Giştî dilgiran e ji wan raporên ku behsa kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl dikin ji ber pevçûnên li Helebê. Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî, erkeke zelal li ser hemû aliyan e ku sivîlan û binesaziya sivîl biparêzin. Em bangî hemû aliyan dikin ku demildest aloziyan kêm bikin, heta asta herî zêde xwe ragirin û hemû rêkaran bigirin ber xwe ji bo rêgirtina li ziyanên zêdetir bigihêjin sivîlan. Em berdewam in li ser handana hemû aliyan ji bo nermî û niyazpakiyê di her du rêyên serbazî û siyasî de nîşan bidin û di zûtirîn dem de ji bo bicihanîna tam a Rêkeftina 10ê Adarê dîsa dest bi dan û standinan bikin.
Rûdaw: Pirseke din derbarê Sûriyeyê. Berpirsên Kurd, Şamê bi encamdana "şerê qirkirinê" li dijî du taxên Kurdan ên li Helebê û gelê Kurd tohmetbar dikin. Artêşa Sûriyeyê taxên Kurdan wekî "herêma leşkerî ya girtî" bi nav kiriye. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?
Stephane Dujarric: Em nagihîjin wan deveran. Bê guman em ji tiştên ku li ser erdê diqewimin û herwiha ji wan gotaran jî gelekî dilgiran in. Tenê ji bo tekezkirina li ser daxwaza Sekreterê Giştî ya ji bo rawestandina van çalakiyan û vegera bo dîtina rêyeke dan û standinê di navbera HSD û hikûmetê de.
Rûdaw: Gelo planeke Sekreterê Giştî heye ku bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re bikeve pêwendiyê da ku zextê lê bike ji bo rawestandina êrişên xwe yên li ser deverên sivîlan?
Stephane Dujarric: Eger di wî astî de ti pêwendiyek hebe ez dê we agahdar bikim. Lê kesên din ên di nav pergala Neteweyên Yekbûyî de bi hikûmetê re di pêwendiyê de bûn.