Du roketên Katoşayê nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin

Du roketên katoşayê li Navçeya Kesk a Bexdayê û derdora Balozxaneya Amerîkayê ketin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî dengê 2 teqînên bihêz li navçeya Kesk a Bexdayê hatin bihîstin û zengilê agahdar kirinê jî li Balozxaneya Amerîkî hat lêdan.

Şaneya Ragihandina Ewlekarîyê ya Iraqê di daxuyanîyekê de ragihand, 2 roketên ji Katoşa li navçeya Kesk ketine, lê zîyanên canî çênebûne.

Êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê piştî wê yekê tê, berî naha Îranê hejmarek navendên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê bi mûşekan kir armanc.

Şeva borî jî, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ew destê aştîyê ji her alîyekî re dirêj dikin, ku bixwaze aştî bicih bibe, lê rê nadin Îranê bi çalakîyên xwe yên alozîyê berdewam bike.

Trump got, Amerîka naxwaze mûşekên bihêz û çekên pêşketî bikar bîne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da