Du jinên ji Komkujiya Dêrsimê rizgar bûbûn, koça dawî kirin

.

Du jinên ku ji Komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-1938an de, ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin rizgar bûbûn, koça dawî kirin.

Hat ragihandin ku jinên bi navên Eşliye Çîçe (Fecire Erol) û Necef Duman ku şahidiya komkujiya Dêrsimê kiribûn û ji komkujiyê rizgar bûbûn, wefat kirin û cenazeyê wan li Dêrsimê hat veşartin.

Eşliye Çîçe li gundê Hopikê yê navçeya Hozatê dema diya wê Besî di komkujiya Dêrsimê de bi gulebarankirinê hatibû qetilkirin, di bin bedena diya xwe de sax mabû.

Hat ragihandin ku cenazeyên herdu jinên şahidên komkujiya Dêrsimê ku doh 1ê Hezîranê wefat kirine, li gundê Zimek hatin veşartin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand